Dem bi dawî dibe: Divê partiyên Rojhilatê Kurdistanê baregehên xwe vala bikin

Dem bi dawî dibe: Divê partiyên Rojhilatê Kurdistanê baregehên xwe vala bikin

.

A+A-

Wextê dawî yê valakirin û veguhastina baregehên Komelê yên li Silêmaniyê diyar bû.

Wextê dawî ji bo her sê Komelên Rojhilatê Kurdistanê yên li Silêmaniyê hat diyarkirin da ku baregehên xwe veguhêzin cihekî din.

Berpirsê yekê ji Komelan dibêje, eger şert û mercên guncav ji wan re bên afirandin, ew amade ne baregehên xwe vala bikin.

Asayîşa Silêmaniyê jî diyar kir ku xanî ji bo malbatên wan hatine diyarkirin.

Li navçeyên Zirguêz, Bane Gewre û Zirgwêzele yên nêzîkî Silêmaniyê, baregehên Partiyên Komela Zehmetkêşên Kurdistanê, Rêxistina Kurdistanî ya Partiya Komunîst a Îranê (Komele), Komela Şoreşgerên Kurdistana Îranê hene û nêzîkî du salan e ji wan daxwaza valakirin û guhastina van bareghan tê kirin.

Endamekî serkirdayetiya Komela Zehmetkêşên Kurdistanê li ser mijarê ji Rûdawê re axivî û got:

"Daxwaz ji me kiribûn ku em heta 1ê Gulanê baregehên xwe li Zirguêz, Bane Gewre û Zirguêzele vala bikin, lê piştî nerazîbûna her sê partiyên Komeleyan, dem heta 10ê vê mehê hat dirêjkirin."

Li gorî peymana du alî ya Bexda-Tehran, ku Herêma Kurdistanê jî tê de beşdar e, daxwaza valakirin û veguhastina baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Silêmaniyê hatiye kirin.

Endamê serkirdayetiya Komela Zehmetkêşên Kurdistanê Emced Husên Penahî, ji Rûdawê re got:

"35 sal in em li vê navçeyê ne, niha jî me negotiye ku em dê baregeh bi temamî vala nakin, lê belê divê şert û merc ji me re bên amadekirin ji bo valakirinê. Sedan malbat li vir in, ew dê biçin kû derê?"

"Kamp ji bo tevahiya baregeh û malbatan ne guncav e"

Li gorî peymana di navbera Bexda û Tehranê de, divê ew baregeh û malbatên pêşmergeyan ji sînorê Silêmaniyê veguhasin Kampa Surdaşê ya li qezaya Dukanê ya parêzgeha Silêmaniyê.

Di du salên borî de beşek ji malbatên van her sê partiyên Komelê çûne Kampa Surdaşê, lê wekî ku berpirsên wan ji Rûdawê re got:

"Kamp ji bo tevahiya baregeh û malbatan ne guncav e, kêmasî gelek in û nehatine temamkirin."

Emced Husên Penahî got, "Gelek kel û pelên me li baregehên niha hene, em dê wan hemû kel û pelan li kû bibin?

Divê li cihekî din, şûneke guncav ji bo pêşmerge û malbatên wan bê diyarkirin."

Berê û di çarçoveya heman peymanê de, partiyên Komele û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sînorên navbera Îran û Herêma Kurdistanê vala kirine.

Sedema ku Îran ji bo valakirin û veguheztina van kamp û baregehên Komelan yên li nêzîkî Silêmaniyê tîne ew e ku guya sînor ji bo êrişkirina li dijî wî welatî tê bikaranîn.

Endamê serkirdayetiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê red dike ku Herêma Kurdistanê bi kar bînin û wiha pê de çû:

"Em berî avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê li navçeyê ne, piştî avakirina hikûmetê jî hemû hewlên me ji bo parastina heybet û sînorên hikûmetê bûn, ji ber vê me bi kar neaniye li dijî ti welatekî, wek rêzgirtinek ji herêmê re."

Ew cihên ku partiyên Rojhilatê Kurdistanê berê lê bûn û ji wan derketine li sînorê qezaya Sidekanê ya parêzgeha Hewlêrê ne, bi taybetî li Gerûya Zîn û Berbizên. Aniha hêzên parastina sînor li wir bi cih bûne.

Dezgeha Asayîşê: 98 xanî radestî malbatên Komelê tên kirin

Berdevkê Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê (Silêmanî) Selam Ebdulxaliq, îro ji Rûdawê re got:

"Ya ku tê kirin bicihkirina peymana Bexda û Tehranê ye bi amadebûna Herêma Kurdistanê û bixwe partiyên siyasî."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin