Dayîka Deniz Poyraz: Mixabin edalet pêk nehat

Dayîka Deniz Poyraz: Mixabin edalet pêk nehat

.

A+A-

Dayîka Deniz Poyraz,  Fehime Poyraz e derbarê doza kuştina keça xwe de got: “Mixabin hêj edalet pêk nehat.”

Li Dadgeha Îzmîrê 4emîn rûniştina doza kuştina Deniz Poyraz, ku di 17ê Hezîrana 2021an de li nav avahiya HDPê ya Îzmîrê, ji aliyê kujer Onur Gencer ve hatibû kuştin, birêve çû. Di dozê de biryar hat dayîn ku rûniştina bê a dozê 12ê Cotmeha 2022yan berdewam bike.

Beriya doz dest pê bike parlamenterên HDPê û parêzer daxuyanî dan çapemeniyê.

Piştî daxuyanîyê kesekî ku xwest bi çeka lûledirêj bikeve hundirê dadgehê û gefa kuştinê li HDP'yîyan dixwar, ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin. Wê demê di navbera girse û polîsan de rageşî û alozî derket.

Şahidê bûyerê û Rêveberê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Fettah Adlim got: “Min dît, ji vir hat û êrîşî heta derî kir, qet midaxele nekirin, çek a rastî bû eger biguherin jî dikarin biguherin, lê çeka rastî bû."

Çalakvanê Mafên Mirovan Birkan Polat jî got: “Li gel ku li derdorê ewqas polîs û ewlekar hene jî dîsa midaxele li êrîşkar nekirin. Dema me midaxele kir jî, polîs li devê min xist.”

Di rûniştinê de kujer Onur Gencer ku bi girtî tê darizandin, pirsên parêzerên malbata Deniz Poyraz bi sivikatî dibersivand û girîngî nedida dadgehê. Heta car caran heqaret û gef li parêzeran dixwar. Malbat û parêzer daxwaza ronîkirina têkiliyên kujer dikin.

Serokê Baroya Wanê Zulkuf Uçar jî wiha axivî: “Di vê rûniştinê de jî xuya bû ku dadgeh ji bo piştperdeya êrîşê eşkere bibe, kesên alîkar û fînans daye derkevin holê xwedî îrade nîne. Mixabin hêj kesên êrişkar teşwîq kirine nehatine lêkolînkirin."

Dayîka Deniz Poyraz,  Fehime Poyraz di her rûniştinê de her çiqas dilsikestî û bêhevî bibe jî li eywana dadgehê li pey pêkanîna edaletê ye.

Fehime Poyraz got: “Mixabin hêj edalet pêk nehat. Em gelek spasiya wekîl ú parêzer û gelê xwe dikin.”

Di dozê de hejmareke zêde ya rêxistinên jinan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî, serokên baroyan û parêzer amade bûn.

4mîn rûniştina doza kuştina keça Kurd DenîzPoyraz a ku di êrîşa ser baregaha HDPê ya Îzmîrê de hatibû kuştin, li 6mîn Dadgeha Cezayên Giran a Izmîrê hat kirin û tê de biryar hat dayîn ku rûniştina dozê 12ê Cotmeha 2022yan berdewam bike.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin