Daxwaza hilweşandina Parlamentoya Iraqê li Dadgeha Bilind hat kirin

Daxwaza hilweşandina Parlamentoya Iraqê li Dadgeha Bilind hat kirin

.

A+A-

Ji bo hilweşandina Parlamentoya Iraqê û diyarkirina roja hilbijartinan, gilî li Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê hate kirin. Yek ji wan kesên ku gilî kirine got, “Gilî li ser wê yekê ye ku parlamentoya niha ya xula berê ye û em li bendê ne roja rûniştina dadgehê were diyarkirin.”

Di gilînameya ku di 29ê Gulana 2022an de ji aliyê hejmarek çalakvan û parêzeran ve daxwaza hilweşandina parlamentoyê hatiye kirin û daxwaza neçarkirina serokomar û serokwezîr hatiye kirin ku roja hilbijartinên parlamentoyê diyar bikin.

Yek ji wan kesên ku daxwaza hilweşandina Parlamentoya Iraqê kiriye Cemal Esedî ji Rûdawê re got, “Ew gilî li ser destûr û biryarên Dadgeha Bilind a Federalî ye. Parlamentoya niha ya xula berê ye ji ber wê parlamentoyê pêşerojê dê bibe xula pêncem, ne ya niha.”

Di 19ê Kanûna Pêşîn a 2021an de, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî biryar da ku hilbijartinên pêşwext xula pêncem a Parlamentoya Iraqê di 10ê Cotmeha heman salê de were kirin û xula çarem a parlamentoyê jî di meha Gulanê de bi dawî hat.

Cemal Esedî anî ziman, “Piştî ku me giliya xwe pêşkêşî Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê kir, em li benda roja rûniştinê ne ji bo çareserkirina pirsgirêkê.”

Di 9ê Kanûna 2022an de parlamentoya Iraqê yekem rûniştina xwe li dar xist lê heta niha serokkomarek nehatiye hilbijartin ku yekem pêngav e berî diyarkirina berbijêrê serokwezîriyê û avakirina hikûmetê.

Derengxistina avakirina hikûmetê ji ber nakokiyên di navbera Çarçoveya Hemahengiyê û Tevgera Sedr de li ser şêwaza hikûmetê bû. Ji ber qeyranê 12ê Hezîranê parlamenterên Tevgera Sedr dest ji kar kişandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin