Daxuyaniyek derbarê êrîşa PKKê li ser pasewanên deriyê Pêşabûrê

Daxuyaniyek derbarê êrîşa PKKê li ser pasewanên deriyê Pêşabûrê

.

A+A-

Berpirsê xala sînorî yê Pêşabûrê: Armanca PKKê ji vî karî, tenê derxistina alozî, tevlihevî, xirabkirina rewşa Herêma Kurdistanê û rêgirtin li berjewendiyên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ye.

 Berpirsê xala sînorî yê Pêşabûrê Şewket Berbuharî daxuyaniyek derbarê êrîşa PKKê li ser pasewanên wê xala sînorî de belav kir û ragihand, di encama wê êrîşê de, hejmarek ji pasewanan birîndar bûn.

Di beşeke wê daxuyaniyê de hatiye: Armanca PKKê ji vî karî, tenê derxistina alozî, tevlihevî, xirabkirina rewşa Herêma Kurdistanê û rêgirtin li berjewendiyên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ye.

Daxuyaniya Berpirsê xala sînorî yê Pêşabûrê:

Ji heyama sê mehan ve ye bi biryara PKKê du kon li xala sînorî Sêmalka ya di navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de hatine vegirtin û rojane bi neçarî xelk tê de tê komkirin û wan bi bilindkirina al û sembolên PKKê û bi avêtina diruşman li dijî Herêma Kurdistanê han didin.

Tevî hemû şerfirotina PKKê, lê belê ji ber berjewendiya giştî û berçavgirtina rewşa xelkê xweşewîst ê Rojava, me xwe girtiye û ti me ti karvedan nîşan nedaye.

Lê mixabin îro Çarşemê 15/12/2021 ew di ber wê de ranewatiyan û zêdetir ji sed kesî û li ber çavê xelkê û asayişa Sêmalka, êrîş ber bi xala me Pêşabûrê anîn. Di encama wê êrîşê de, hejmarek ji pasewanan bi giranî birîndar bûn û camên otomobîla agirkujê ya xala sînorî şikandin.

Armanca PKKê ji vî karî, tenê derxistina alozî, tevlihevî, xirabkirina rewşa Herêma Kurdistanê û rêgirtin li berjewendiyên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ye.

Pêşabûr take riya çûnûhatina xwişk û birayên me ne û rêya dabînkirina debara xelkê Rojavayê Kurdistanê ye. Ji ber wê PKK bi van karan û girtina xala sînorî ya Pêşabûrê, mebesta wê ew e ziyan bigihe xelkê sivîl ê Rojava. PKK bi xwe jî berpirs e di rawestandina çûnhatinê û girtina vê xala sînorî.

Çavkanî / K24

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin