Daxuyaniya Navenda Teşkîlata Hizbê derheq terora du endamên Hizbê ji aliyê rejîma Îranê ve

Daxuyaniya Navenda Teşkîlata Hizbê derheq terora du endamên Hizbê ji aliyê rejîma Îranê ve

.

A+A-

Xelkê xebatkar ên Kurdistanê!

Endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê!

Kom û civatên mirovdost!

Em bi mixabinî ve radigihînin ku demjimêr 12:40 xuleka nîveşev a roja 15 li ser 16ê Pûşpera 1402 a Rojî, çend kes ji endamên Hizbê ku ji bo serdan çûbûne devera “Hellşo” ya bajarê Qeladizê yê Başûrê Kurdistanê, ji aliyê bi kirêgirtiyekî rejîma Komara Îslamî ve û di pîlaneke pêş de darêtî têne gulebarankirin û mixabin du kes ji wan yên bi navên Adil Muhacir naskirî bi “Serbaz” û Luqman Acî şehîd dibin.

Em tevî şermezarkirina vê kiryara terorîstî ya rejîma Komara Îslamî ya Îranê, em radigihînin ku maşîna terora rejîma Komara Îslamî ya Îranê li dijî xebatkarên siyasî yên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ji her demê zêdetir di birêvebirina pîlan û derbelêdanê de ye û em daxwazê ji aliyên pêwendîdar ên dewleta Îraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku li hember hewlên terorîstî yên rejîma Komara Îslamî ya Îranê helwêstê ji xwe nîşan bidin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li pêwendî digel vê terorê de, tevî riswayî û rûreşî bo rejîma Komara Îslamî û encamderên vê kiryara terorîstî, sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesûkarê van her du şehîdan Adil Muhacir û Luqman Acî dike.

Neman bo rejîma terorîstperwer a Komara Îslamî ya Îranê

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Teşkîlat

16ê Pûşpera 1402 a Rojî

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin