Daxuyaniya Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê li derheq şermezarkirina kuştiyên nerazîbûnên Belûç li bajarê Xaşê

Daxuyaniya Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê li derheq şermezarkirina kuştiyên nerazîbûnên Belûç li bajarê Xaşê

.

A+A-

Xelkê şoreşvan û berxuder yên Sîstan û Belûçistanê!

Hevwelatiyên şoreşger!

Di demekê de ku tevgera nû û nerizayetiyên şeqaman li seranserê Îranê 8`emîn hefteya xwe derbas dike û her roj hejmarek zêde ji tev qatên xelkê tevlî xwenîşandan û nerizayetiyan dibin, serkutkarên rejîmê zêdetir ji berê û bi awayên hovanetir dest bi serkutkirina xelkê nerazî didin ku, bi destên vala û bi silogana sernixûniya rejîmê derkevtine ser şeqaman.

Duh di xwenîşandanên bajarê Xaş a ser bi Sîstan û Belûçistanê de, ji ber teqeya rasterast ya hêzên serkutkar ji xwenîşanderan, mixabin hejmarek ji xelkê bê berevan şehîd û hejmarek jî birîndar bûn.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê, vê cinayeta nû ya Komara Îslamî bi tundî şermezar dike û ji malbatên can jidestdayan û xelkê Belûç re sersaxiyê dibêje û hêviya başbûnê bo birîndaran dixwaz e.

Em xelkê Kurdistanê piştevaniya dubare ya xwe ji nerazîbûnên xelkê li Belûçistan û cihên din yên Îranê re radigihînin û li ser vê baweriyê ne ku, Komara Îslamî a Îranê li dawîn rojên temenê xwe de ye û her bi vê sedemê jî daxwaza berfirehtirbûna nerizayetiyên xelkê li seranserê Îranê heta sernixûniya rejîmê dikin.

Bijî hevgirtin û yekîtiya hemû neteweyên Îranê!

Biherife Komara Îslamî ya Îranê!

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê

14`ê Xezelwera 1401`an

5`ê Çiriya Paşîn a 2022`an

Çavkanî: Kurdistan Media

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin