
Daxuyaniya damezrandina Kovara "Soryaz" a wêjeyî çandî
.
Li gor hewildanên ji bo pêşketina rewşa çandî û destekdayîna ronesansa wêjeyî û ronakbîriyê di herdu cîhanên Kurd-Ereb de û bi armanca xurtkirina têkiliyên çandî navbera miletên herêmê bi taybet di navbera Kurd û Ereban de, her wiha ji bo xurtkirina cewhereke wêjeyî û ronakbîrî ya resen; em damezrandina Kovara Soryaz radigihînin, ku kovareke wêjeyî çandî demsalî serbixwe bi zimanên kurdî û erebî ye, xurtkirin û pêşketina rewşa çandê ya heyî dike armanc tevî bûyîna riyekê bo avakirina civakeke demokratîk û pêkanîna ronesanseke çandî di kêleka hemû sazî û aliyên bi çandê ve girêdayî.
Kovara Soryaz di naveroka xwe de pirrengiya zimanî û çandî ya herêmî dide pêş tevî cudahiya nêrîn û ramanan, û ji tundrewiyê dûr e bi hemû awayên xwe, û bangên nefretê yên dijî çînên civakî red dike. Hewil dide ku xwedî nirxekî wêjeyî çandî be. Siyaseta weşandinê jî li ser pirsgirêk û mijarên wêjeyî û çandî yên di civakên herêmî de ne, rûpelên xwe jî ji bo pênûsên ciwan û jin re vedike, û hemû berhemên wêjeyî û çandî ji aliyê nivîskarên afrîner ve di herdu cîhanên Kurd-Ereb de di nava xwe de hembêz dike.
Di vê derbarê de, em bang dikin li hemû nivîskar û lêkolîner û yên di warê çandê de dixebitin, ku bibin alîkar û desteka serkeftina Kovara Soryaz bi armanca bûyîna kovara wêje û çanda resen.
Dilşad Murad – Hişyar Murad
Qamişlo
1/10/2025
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin