Daxuyanî bi hilkefta 80emîn salvegera avakirina Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Daxuyanî bi hilkefta 80emîn salvegera avakirina Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

.

A+A-

 Xelkê Demokratperwer ê Rojhilatê Kurdistanê!

- Xortên netewa Kurd ên li hemû beşên Kurdistanê!

- Azadîxwazên xebatkar ên welatê Îranê!

- Dostên Hizba Dêmokrat û netewa Kurd li seranserê cîhanê!

25ê Gelawêja 1404 a Rojî (16ê August 2025), 80 sal biser avakirina Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê re derbas dibin û ev Hizba pê dawîêje nava 81emîn sala tekoşîna xwe. Bi vê hilkefta taybet û bi şan de silav bo rihê avakerê Hizbê û serwetir ji hemûyan “Pêşewa Qazî Mihemed”, herwisa silav bo canê paqijê hezaran şehîdên 8 dehikan a xebata Hizba Dêmokrat, li rêzeya pêş a wî karwanî, Serkomarê Kurdistanê û 2 Sekreterên Giştî yên Hizbê, “Dr. Qasimlo û Dr Şerefkendî” dişînin.

80 sal berî niha, Hizba Dêmokrat li berdewamiya 3 sal tekoşîna nihênî ya komeleya “J.K”ê de û li ser bingeha hemen rêkxiravê lê bi cîhanbîniyek nû, hate avakirin. Ev Hizba her li yekem sala tekoîşîna xwe de bi mifahvergirtin ji rewşa navxweyî û deverê li vê serdemê, Komara Kurdistanê ava kir. Tevî ku temenê vê Komarê ji salekê kêmtir bû lê destkevt û karlêkeriyên vê, rengekî Kurdistanî û hevdem zindî da tevgera netewiya Kurd, bi vê wayetê ku pêvajoya dîroka piştî Komarê de jî berdewam e û geşe kiriye.

Tekoşîna vê Hizbê piştî nemana Komara Kurdistanê li dijî rêjîma dîktatrorî ya Pehlewî jî heta herifîna rêjîma paşayetiyê bi şêwazên cur bi cur, berdewam bû. Têkoşerên vê Hizbê, li rêzeya binavbangtirîn, demdirêjtirîn û xweragirtirîn girtiyên siyasî li heyama desthilatariya Mihemedriza şah de bûn. Mezîntirîn serhildana çekdarî ya serdema dawî şahê Îranê, li salên 1346-47 a Rojî hemberî salên (1967-68) a Zayînî de qewimî ku têkoşerên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi rê ve birin û nirxa vê jî bi canê xwe dan.

Xelkê Kurdistanê bi vê armancê ve li serhildana seranserî ya sala 1357 a Rojî ya gelên Îranê de çalakane beşdarî kirin ku dêmokrasî û azadî, cihê sitem û dîktatoriyê bigreꓼ Gelê Kurd û gelên din ên li Îranê, êdî tûşî sitem û cudatîdanînên netewî nebin, lê rêjîma ji nûhatî serakar, li hember pirsa firenetewîbûna Îranê û mafên netewî, hemen siyaseta rêjîma berê anku înkarkirin, sitem, şer û tepeserkirin li pêşxwe girt. Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, hemû şêwazên aşîtîxwazane ên wek danûstandin digel Têhranê, beşdarîkirin li hilbijartinan û gihandina peyama xelkê Kurdistanê bi şêwazeke aşîtîxwazane ceribandin, lê Xumêynî yê avakerê rêjîma Îslamiya Îranê, şer li dijî xelkê Kurdistanê ragihand. Hizba me û xelkê Kurdistanê bi giştî, li rêfrandoma komara îslamî de beşdarî nekirin û rewatî neda rêjîmekê ku mafên bingehîn ên wan û xelkê Îranê bi fermî nas nekirûbû. Hizba Dêmokrat bi dirûşmên dîjî Amerîkayî yên rêjîmê nehate xapandinꓼ Sepandina hicaba bi zorê bi ser jinan li Îranê û jê standina destkevtên wan ên pêştir, êrîşkirin bo ser balyozxaneya Amerîka li bajarê Têhranê, bi barimtegirtina dîplomatên wan ji aliyê vê rêjîmê, tepeserkirina rojnamevanan û hizb û rêkxiravên siyasî, daxistina zanîngehyan û bi rêxistina binav inqilaba ferhengî, şermezar kir û dengdan bi yasaya bineretiya vê rêjîma paremayî û dijî azadî û mafên bingehîn ên gelên Îranê bû, baykot kir.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, li rûberûbûn digel şerê sepandî ji aliyê rêjîma îslamiya Îranê bi ser xelkê Kurdistanê de bi tenê nebû, rêkxiravên siyasî yên din ên Kurdistanê jî bi pêka şiyan û hêza xwe, beşdarî li wî şerî de kiribûn, lê giraniya şer li pileya yekem de li ser milê Hizba Dêmokrat û dehan hêzên Pêşmerge yên vê Hizbê li seranserê Kurdistanê de bû. Hizba me, hevdem 2 berpirsayetiyên giran ên din jî kevtibûne ser mil. Ji aliyekê ve bo heyama çendîn salan, erkê birêvebirina piraniya deverên azadkirî yên Kurdistanê kevtibû ser milê Hizba Dêmokrat ku bi hevkariya dilsozaneya xelkê Kurdistanê, tevî dorpêçên hemûalî yên rêjîmê ku xistûne ser wan deveran, li birêvebirineke serkevtiyane de bû. Li derveyê welat jî, hewldanek bi nirx bo gihandina dengê xelkê Kurdistanê bi raya giştî û rakêşana piştevaniya kor û komên mirovperwer û hizb û kesayetiyên pêşkevtî yên welatên Rojavayî bo aliyê xebata xelkê Kurdistanê, bi pêş ve bir.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li dîroka 80ê saleya xwe de şêwazên cur bi cur ên xebatê ceribandine û ewraz û nişîvên gelek zêde dîtine. Çendîn caran şahidê serkevtin û şikest û keftin û rabûna xwe bûye. Her 3 kesên yekem ên vê Hizbê û dehan endamên rêberatî, sedan kadr û serkirdeyên meydanî û fermandeyên bi wec, nêzî 5 hezar Pêşmerg û endam li çepera berevanî li armanc û xebat bo mafên netewî yên Kurdan de bi destê rêjîmên Îranê, şehîd bûne. Pêbendiya vê Hizbê bi pirensîpên netewî, şoreşvanî, dêmokratîk û mirovperwerane û xebata berdewam û tejî qurbanîdanê, ev kiriye hêzeke siyasî ya naskirî û cihê rêzgirtin li asta Kurdistan, Îran û cîhanê.

Xuya ye ku li dîroka Hizba me de hekî rûpelên rohnî û bi cirîsk û destkevtên cihê şanazîkirinê hene û gelek jî zaf in, lê diyarde û bûyerên bi xisar û nexwestî jî hebûne. Wek mînak li hindek qonax û deman de Hizba Dêmokrat berwajiyê xwesta xwe, digel hizb û rêkxiravên din ên Kurdistanê, tûşî şerê çekdarî bûyeꓼ li nav xwe de jî ev Hizba, çend caran rastî jihevcudabûnê hatiye ku li encama wan cure bûyerên de xisar û zirazeke zaf hem bi Hizba Dêmokrat û hem bi tevgera şoreşgêraneya Kurdistanê kevtiye ku tevî mixabiniyê ji qewimîna wan bûyer û diyardeyên nexwestî li dîroka Hizba me de, ew hizba hewlê dide ku waneyan jê hîn be û rêgiriyê ji dubarebûna wan bikin.

Rastiyek tal e ku piştî 80 sal tekoşîn û qurbanîdanê, tevî rewabûna armancên me û rewatiya xebata me, hêj em bi negeheştine armancên bingehîn ên xwe ku rizgariya netewa Kurd li Kurdistana Îranê ji bindestî û bêmafiyê ye. Li tevahiya vê dîroka 80 saliya xwe de Hizba me ti car ji aliyê rêjîma Îranê ve rê û derfeta yasayî ya tekoşîna siyasî pê nehatiye danꓼ Rêber, kadr û endamên vê Hizbê, bilî çend qonaxan, hertim neçar bûne li nav bajar û gundên welat de bi nihênî tekoşînê bikin, an li çiya û dûr ji welat bi şêwaza neasayî, li jêr agirê top û êrîşên esmanî û êrîşên serbazî û pîlanên terorîstî de tekoşîna xwe bidomînin. Tevî wan hemû derbên pêketî û wan hemû qurbanîdanan, kariye li meydana xebatê de bi serbilind bimîne, ji pirensîpên bingehîn ên xwe derneketiye, serbixweyiya biryardana xwe, parastiye. Li ti rewşekê de li dijî berjewendiyên tevgera Kurd li beşên din ên Kurdistanê de nesekiniye û tûşî şaşî an jirêderketineke siyasî ya wiha nebûye ku şermzarê dîrok û netewa xwe be.

Em bi şanaziyê ve dibêjin ku xelkê Kurdistanê li her rewşekê de piştevanîkirina xwe li vê Hizbê berdewam kirine û nehiştine ku doza rêberên şehîd ên vê Hizbê bê rêvîng bimîne û çepera xebatkarên vê li ti qonax û sedemekê de betal bimîne. Ev vê rastiyê dide selimandin ku armancên vê Hizbê û bername û siyasetên vê, ji hundirê xwest û daxwaziyên xelkê Kurdistanê ve hatiye. Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ji mêjve ye ku ji rêkxiravek siyasî ya taybet bi çend qat û beşan an taybet bi beşeke Rojhilatê Kurdistanê derkevtie û li asta Rojhilatê Kurdistanê de bûye tevgerek netewî û azadîxwaz û giştgîr û seranserî. Ev jî rastiyek e ku li wan salên dawiyê de gelek caran û bi şêwazên cur bi cur, her wek mînak li pêvajoya tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê û Newroza milyonî ya bi şan a îsal de bi rohnî û eşkere xwe da xuya. Ev bawerîpêkirina mezin a xelkê Kurdistanê bi Hizba xwe, hekî ji aliyekê ve bo xortên vê Hizbê cihê şanaziyê ye, ji aliyê din ve erk û berpirsatiyeke giring li destpêka dehîkek nû ya tekoşînê, ew jî li rewşa taybet a îro ya dever û Îranê, dêxe ser milê vê Hizbê. Em wek rêberatiya niha ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, li hember baweriya xelkê Kurdistanê, bejna xwe ditewînin û erkdar in û li ser milê me ye ku vê xoşewîstî û bawriyê biparêzin û bihêztir bikin.

Dost! Dilsoz û piştevanên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê!

Em li rewşekê de yada 80 saliya avakirina Hizba xwe dikin ku guherîneke erênî bo berjewendiya pirsa Kurd li deverê hatiye meydanê. Dewleta Tirkiyê, piştî derbasbûna sedsalekê ji înkarkirina beşeke mezin a Kurdistan û netewa Kurd li wî welatî de û bêparkirina wan ji destpêkîtirîn mafên wan, neçar maye rêya îtirafkirin bi hebûna Kurd li bigre pêş xwe û rêberatiya siyasî ya tevgera Kurd li vê beşa Kurdistanê jî li praktîkê de amadebûna xwe bo çareserkirina aşitîxwazane ya pirsa Kurd li wî welatî, ragihandiye. Li Sûriyê de xwebirêveberiya Kurdên Rojavayê Kurdistanê tevî guherîna siyasî ya welat û hewldanên deshilta nû bo jinavbirin û nehiştina statoya siyasiya Kurdan, kariye pêdegir be li ser pasrastina destkevtên xwe û piştgerim bi piştevaniya siyasî ya çend welatên Rojavayî, pêgeha xwe biparêze û soza bi fermîkirina mafên netewiye kurd li Sûriyê verbigre. Li Îraq û Herêma Kurdistanê, tê çavrêkirin ku bi lawaziya rêjîma Îranê û kêmbûna destêwerdanên li welatên deverê, rewşeke baştir bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi taybet bo çareserkirina pirsgirêkên digel Bexdayê, çê bibe.

Li Rojhilatê Kurdistanê de jî tevî ku Hizba me û rêkxiravên din ên siyasî û heta li derveyî sînoran jî li jêr givaşa siyasî, êrîşên mûşekî û dironî û pîlanên terorîstî yên rêjîma Îranê, parastî nînin, li encama pêgihîştina siyasî ya roj bi roj a zêdetir a xelkê Kurdistanê û hizbên siyasî de netewa me li dijî dîktatoriya komara Îslamî û piştevanîkirina netewa me li nasnameya xwe ya netewî, pêngawek mezin avêtiye. Tevgera medenî û civaka medenî bi hewldan û tekoşînên çalakvanên medenî, tevî hemû astengî û lemperan, geşe kirine û bûne baskekî din a tevgera netewî û azadîxwaziya Kurdistanê. Yekîtiya wan 2 tevgeran bûye sedem ku Kurdistan her wekî li tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê de selimand, her pêşeng û pêşrewê dijayetî digel dîktatorî û kevneperestî li asta Îranê de be. Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ku li hemû deman piştevan û handerê xebata medenî û giştî ya xelkê Kurdistanê bûye, şanazî bi hişariya siyasî û netewî û xebata medenî ya xelkê Rojhilatê Kurdistanê dike, xwerêxistin û hevpeymaniya wan bi sermayeyek mezin bo gihîştina netewa me bi armancên ji mêjve ya rizgarbûn ji bindestî û bêmafî li Îranê de dizane.

Îran li rewşa niha de ji qonaxeke hestiyar a dîroka xwe re derbas dibe. Rêjîma Îranê piştî dehan sal deshilatariyê bi piştgirêdan bi tepeserkirina bi xwîn û talankirina serweta xelkê Îranê û bêparkirina hevwelatiyan ji destpêkîtirîn maf û azadiyan, bilî ku xelk û welatê Îranê tûşî mezintirîn qeyranên aborî, civakî û jîngehî kiriye, bi xwe jî nêzî encam û berhema siyasteta fitneçêkirian, terorîstî û serbaziyên xwe diçe. Tevî ku heta niha çend tirîlyon Dolar ji dahat û darayoiya xelkê Îranê li projeyên navkî, li berhemanîna curên mûşek û dironan, li teyarkirina girûpên niyabetî li welatên derve xerc kiriye bo vê yekê ku şerê Îsraîl û Amerîkayê bi wan bide kirin, lê piştî 7ê Octobera 2023 a Zayînî ve, tevahiya wan projane bi pûç derkevtin. Girûpên niyabetî bi sedema êrîşên Îsraîl û bi hevkariya Amerîkayê hatine jinavbirinꓼ Rêjîma Sûriye ya hevpeyman û zordar herifîꓼ Li heyva Cozerdan(June) a îsal de girîngtirîn damezraveyên navkî û mûşekî û fermandeyên herî payebilind ên spaha pasdaaran û pisporên navkiyên rêjîmê, li şerekî 12 roje de kevtine ber êrîşa Îsraîl û ji nav çonꓼ Amerîka jî dawî carê hate nav meydana şer û giringtirîn binkeyên navkî yên rêjîma Îranê bombebaran kirin.

Piştî wan derbên Îsraîl û Amerîkayê, herifîn û şeqbûna binyat û pêgehên rêjîmê û neşiyan û bêçaretiya rêjîmê li berevanîkirin li xwe, hatine dîtin. Vê rêjîmê li demekê de ku şereke din bo welat û xelkê Îranê çêkiriye ku nekariye biçûktirîn pêngavê bo parastina canê hevwelatiyan bihavêjeꓼ bê vê yekê ku qeyranên pêştir ên jiyana xelkê çareser bike, dehan pirsgirêk û qeyranên din li encama wî şerê nû, tûşî xelkê kirine. Eşkere ye ku şerê vê rêjîmê digel Îsraîl û Amerîkayê û rikeberiyên digel welatên Rojavayî bi dawî nehatiye. Rêjîm çi çewtekariyên xwe berdewam bike û li ser siyasetên xwe yên heta niha berdewam be, çi teslîm û stuxwarê biryarên Amerîka û Ewropayê be, ji her du aliyan ve kevtiye nav qonaxeke qedersaz li temenê xwe ku encama vê herifîna bi tevavî ya binyatên desthilata vê, rûberûbûn digel xelkê û çona rû bi kendalê nemanê ye.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li ser vê baweriyê ye ku dijberên rêjîma Îranê bi giştî û rêkxiravên siyasî û civaka medenî ya Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî, pêwîst e bi yekîtî û amadebûnê ve bi pêşewazîkirina vê qonaxê ve herin. Li vê navberê de yekkgirtina Hizb û rêkxiravên Rojhilatê Kurdistanê û lihevkirina wan li ser xalên hevpar û destpêkirina hevkarî ya bi piraktîk, bi erkê lezgîn û niha dizain. Hizba me li ser sîstema komarî, dêmokrat û federal bo Îrana paşerojê ku curbicuriyên netewî, zimanî û olî yên xelkê Îranê û mafên bingehîn ên hevwelatiyan bi fermî nas bike, pêdegiriyê dike. Bi hizra me, hevkarî û hevahengiya Hizb û rêkxiravên Kurdistanê li çarçoveya hevpeymaniyeke Kurdistanî, hem aramiya Kurdistanê li qonaxa herifîna rêjîma Îranê de dabîn dike, hem karlêkeriya erênî bi ser lihevkirinên digel aliyên Îranî dê hebe û pêgeha Kurdistanê li pirsên rewa û ji mêjve yên vê li pêkhate û bername û helwîstên alternatîvî ya vê rêjîmê bilind dike.

Hogiran, dilsozan, piştevan û dostên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Li demekê de em bi hilkefta 80 saliya avakirina Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê pîrozbahiyê li we xelkê Dêmokratperwerê Kurdistanê û tevahiya endamên Hizba me dikin ku bi emegnasî û pêzanîna xwe ve jî awir li fîdakarî û xebata têkoşerên Hizba Dêmokrat li serdem û qonaxên cuda didin û li hember tekoşîn û ked û pêbendiya we li asta Hizb û netewa me, bejna xwe ditewînin. Em dilgerm bi piştevanîkirina xelkê Kurdistanê, hivîdar bi hevxebatiya hêz û aliyên azadîxwazên Kurdistan û Îranê, geşbîn bi pêvajoya bûyer û guherînên pêwendîdar bi Îran û deverê, em dûrdîmena paşeroja xwe bi rohn dibînin û bi hivîyek zaf û baweriyek bi hêz ve, pê dawêjin nava saleke nû û dehikek nû li temenê tekoşîna Hizba tejî şanazî ya Dêmokrat a Kurdistana Îranê.

Rû bi gelên Îranê û opozîsiyona komara Îslamî jî pêdegirî li ser vê dikin ku Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, pêkanîna sîstemeke siyasî ya komarî, dêmokratîk û federal ku têde pirsa netewî li Îranê de hatibe çareserkirin, bi alternatîvek bi wec bo paşeroja wî welatî dibîninꓼ Hevdem em, xwe bi pêbendê pirensîp û binyatên erêkiriyên Hizbê li derheq hewcehiya bi yekîtiyê digel hêzên siyasî yên dijberî rêjîmê dizanin.

 

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Komîteya Navendî

Gelawêja 1404 a Rojî

Tebaxa 2025 a Zayînî

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin