Dawiya kabûsa 11 salan: Riham vegeriya nav malbata xwe

Dawiya kabûsa 11 salan: Riham vegeriya nav malbata xwe

-

A+A-

 Keçeke Kurd a Êzidî ya bi navê Riham Hacî, piştî 11 salan ji destê DAIŞê hat rizgarkirin û gihîşt nav malbata xwe.

Rihamê diyar kir ku DAIŞê ji bo ku venegere gef lê dixwar û digot, "Eger tu vegerî em dê serê te jê bikin."

Riham Hacî ya 21 salî, bi alîkariya Ofîsa Rizgarkirina Revandiyan a ser bi Serokatiya Herêma Kurdistanê ve ye, ji destê DAIŞê hat rizgarkirin.

Riham îro saet 12:00an li navçeya Baedrê ya Şêxanê gihişt nav malbata xwe. Malbat û xizmên wê bi şahiyekê ew pêşwazî kirin.

Rihamê ji Rûdawê re got, "Ez gelekî dilxweş im, min qet bawer nedikir ku ez dê vegerim nav malbata xwe.

Endamên DAIŞê em bêhêvî kiribûn û digotin, 'Eger hûn vegerin cem malbatên xwe, ew dê serê we jê bikin.'

 Min van demên dawî karîbû dan û standinê bi birayê xwe Seîd re bikim.

Wî jî dan û standin bi Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) re danî. Wan ez azad kirim û ji destê DAIŞê rizgar kirim.

Ez 4-5 mehan li cem wan mam heta ku rewşa min a derûnî baş bû. Wan rêya hatina min amade kirin û wan ez radestî malbata min kirim."

"Ez 7 mehan li cem Ebûbekir Bexdadî mam"

Rihamê eşkere kir ku piştî revandina wê ya di sala 2014an de 7 mehan li cem xelîfeyê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî maye û got:

"Wî ji min re digot, ‘ez dê te bikim keça xwe lê divê tu eslê xwe, dînê xwe û her tiştî ji bîr bikî. Ez xwediyê te me.’ Wan bi zorê nimêj bi me dida kirin."

Rihamê anî zimên ku miameleya DAIŞê ya li hemberî Êzidiyan gelekî xerab û nemirovane bû û got, "Di destpêkê de em wekî keçên Êzidî bi hev re kom dikirin lê paşê me nedikarî hev bibînin."

"39 endamên malbatê hîn winda ne"

Riham Hacî ji Gundê Xanesorê ya Şingalê ye lê malbata wê niha li nahiyeya Baedrê dijî.

Pismamê wê ji Rûdawê re got, "Riham duh gihişt Xanesorê lê hîn şeş xwişk û birayên wê di destê DAIŞê de ne."

Riham di 3ê Tebaxa 2014an de tevî 77 endamên malbata xwe hatibû revandin. Li gorî gotina pismamê wê, hîn 39 kes ji xizmên wan di destê DAIŞê de winda ne.

Bavê Rihamê jî ji Rûdawê re axivî û got, "Dema keça min ket destê DAIŞê 10 salî bû, ez gelekî dilxweş im ku hatiye rizgarkirin. Ofîsa Serok Nêçîrvan Barzanî gelek alîkariya me kir."

Di 29ê Hezîranê de, Birêvebirê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Kurdên Êzidî Husên Qaîdî, amarên dawî eşkere kiribûn.

Li gorî wî, ji hemû Kurdên Êzidî yên ku di sala 2014an de ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin, 3 hezar û 589 kes hatine rizgarkirin lê çarenivîsa nêzîkî 2 hezar û 500 kesî hîn jî ne diyar e.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin