Darin Zanyar: Xortê Helebceyî meydanên Swêdê dihejîne

Darin Zanyar: Xortê Helebceyî meydanên Swêdê dihejîne

Hunermend Darin Zanyar dest bi tûrneyeke rêzekonseran kir û li derdorê 20 bajarên Swêdê derdikeve ser dikê. Û ew dibêje muzîkek ku îlhamê didîyê folklora kurdî ye.

A+A-

Ji Radio Sweden Beşîr Kaval digel hunermendê Helepçeyî Darin Zanyar hevpeyvînek kir. Hevpeyvîna Kavak-Zanyar ev e:

Digel temenê xwe yê ciwan jî ew îro li Swêdê yek ji stêrên herî geş yê cîhana hunerî  ye. Yek ji wan hunermendan e ku ev çend salin tim di rojevê de ye û niha wî li seranserê Swêdê dest bi tûrneyeke rêzekonseran kirîye. Heta îlonê ew ê li derdorê 20 bajarên cuda yên Swêdê derkeve pêşberî hezkrîyên xwe, stran û dansa xwe pêşkêş bike .

Belê em behsa xortê Halebceyî Darin Zanyar dikin. Erê ew li Swêdê ji dayik bûye, lê di malbateke kurd de mezin bûye û lewra herçend ew piranî bi ingilîzî distirîne jî xuya ye ji zaroktîya wî ve beşek girîng ji muzîka ku wî lê guhdarî kirîye ya kurdî bûye.

- Stranek hebû, kêfa min pir jê re dihat, bi navê Gerîden bû… Dema ez zarok bûm min pir li wê guhdarî dikir û jê hez dikir, dibêje Darîn Zanyar û di be re dihehwirîne.

Darîn dide zanîn ku niha jî carcaran ew li muzîka kurdî guhdarî dike, lê niha hinekî berovajî çaxê ku ew zarok bû ji muzîka govend û dîlanan bêhtir ew dibêje meyla min li ser muzîka kurdî ya folklorî ye.

2-120.jpg

-Bi min muzîka kurdî ya folklorî xweş e. Mesele weke Hore. Pir li xweşîya min diçe û îlhamê dide min.

Mirov dikare bipirse bê gelo van herdu awayên muzîkê yên ji hev cuda; yek bi tempo û govendî ya din stranên giran mîna hore û heyranî çiqas tesîr li Darîn kirine. Ji ber ku di tevgerên wî de jî du taybetmendî, du alîyên ji hev dûr, mîna ku ew du kes bin derdikevin pêş.

Alîyek jê aramî û sergiranîya wî ye. Ev xortê niha 25 salî di civata normal de mirovekî zêde sakin e. Hem bi gotin, hem jî bi liv û tevgerên xwe ji temenê xwe kamiltir û girantir xuya ye. Lê ev xortê ewqas aram dema diçe ser dike û mîkrofonê digre dest xwe bi deng û tevgerên xwe adeta mîna volkanek ku biteqe lê tê.

Piranîya gelê Swêdê Darin Zanyar cara pêşî berya neh salan di 2004ê nas kirin. Di televizyona Swêdê kanala 4ê de pêşbirka muzîkê ya bi navê Idol dihate lidarxistin û Darin yê ku hingî 17 salî bû di Idol de derket fînalê û pêşbirk di rêza duyem de qedand.

Bi vê pêşbirkê re nav û dengê wî belav bû. Salekê piştre wî sêlika xwe ya yekem derxist û di destpêka îsal de CDya wî ya şeşê ya bi navê “Exit” derket. Her CDya ku ew derdixe jî dikeve nav yên ku herî zêde tê firotin.

Dê û bavê Darin ji başûrê Kurdistanê bajarê Helebcê ne, lê ew bi xwe li Swêdê jidayik bûye. Bi kurdîya başûr, soranî dizane. Lê ez kurmanc û ew soran ji bo ku tu şaşfêmkirin dernekevin ew tercîh dike ku em hevpeyvînê bi swêdî bikin û em wilo dikin.

Derbarê mijûlahîya xwe ya van salên dawî de Darin Zanyar dibêje:

-Ev sal tişe rûdan û pêşveçûn derbas bûn. Destpêka sala par min straneke nû ya bi navê ”Nobody nows” derxist. Me ji bo wê CDyek çêkir, lê ji ber ku ew ne bi dilê min bû me ew neweşand.

Di 2012ê de Darin herwiha beşdarî bernameya televîzyonî ya bi navê ”Så mycket bättre” bû û hin stranên binavûdeng yên swêdî bi şîroveya xwe pêşkêş kirin. Ev şîroveyên ku pir hatin ecibandin demeke dirêj di iTunes de stranên ku herî zêde hatine firotin bûn. Strana ”Astrologen” ya Magnus Uggla yek ji wan stranan bû.

-Sala par min herwiha bi şîrketeke ku stranan dinivîse re peymanek îmze kir, dibêje Darin. Li wir mirov bi helbestvan û derhênerên din re ristên strana dihûne. Lewra ez par payîzê li Amerîka bûm û li wir min sêlika xwe ya nû ”Exit” amade kir. Yanî hinekî bi vî awayî, ev salên dawî tişî dersbas bûn.

Lê gelo ev xortê dengxweş û hezkirî yê Helebceyî wê kengî bi kurdî bistirîne? Ew qet li vêya fikirîye?
 

-Em meyzênin. Mimkune ez bistirînim, lê eger ez bikim divê di cî de be. Dema mesele muzîk e ez zêde tîtîz im, zû bi zû naecibînim. Eger ji %100 ne piştrast bim, naweşînim. Lewra divê straneke li gorî min be. Weke min gotî pêwist e ez ji %100 piştrast bim, ji stran û kalîtê razîbim da biweşînim.

Lê, Darin dibêje ne dûrî aqilan e ku ez di pêşerojê de bi kurdî bistirînim û di dawîyê de silaveke wî ji guhdarên kurd re heye.

Ji bo guhdarkirina vê heypeyvînê bitikînin

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin