
Darin LaHood: Ji bo me hevparekî ji Kurdan bihêztir nîne
.
Endamê Kongreya Amerîkayê Darin LaHood diyar kir welatê wî dixwaze pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re bi pêş bixe.
Endamê Kongreya Amerîkayê Darin LaHood 25ê meha borî li gel şandeke Kongreyê çûbû Bexdayê û hatibû Herêma Kurdistanê kiribû.
Darin LaHood îro ji Birêvebirê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde re ragihand:
"Ez li Hewlêr û Silêmaniyê bûm. Wekî ku diyar e, pêwendiyeke me ya bihêz bi Kurdên wê derê re heye."
Li gorî rêkeftinê dawiya vê mehê wekî qonaxa yekem û dawiya sala bê jî wekî qonaxa duyem, vekişîna hêzên Amerîkayê û hevpeymanên wê ya ji Îraq û Herêma Kurdistanê dê bi dawî bibe.
Lê LaHood ji Rûdawê re got, ew dixwazin "pêwendiyeke wan a ewlehiyê ya berdewam" bi Îraqê re hebe.
LaHoodê ku endamê partiya Serokê Amerîkayê Donald Trump e her wiha got:
"Em dixwazin pêwendiyên di navbera Amerîka û [Kurdan] de bi pêş bixin û armanca wan a ji bo serwerî û serxwebûnê û wan nirxên ku baweriya wan pê heye nas bikin."
LaHood daxuyand ku Amerîka "hevparekî xwe yê ji Kurdan bihêztir nabîne."
Endamê Kongreyê behsa wê yekê kir ku mijara sereke ya "serdana wan a pir baş" a meha borî gotûbêjkirina mijara vekişînê bûye.
Her wiha eşkere kir ku wan di hevdîtinên xwe yên bi berpirsên Bexdayê re "qedirdayîna" xwe ji bo hewlên hikûmeta Îraqê yên di parastina aramî û seqamgîriya welêt de nîşan daye.
Meha borî vekişîna hêzên Amerîkayê ya ji baregehên Victoriayê yên li Bexdayê û Eyn el-Esedê yên li Enbarê dest pê kir.
25ê Tebaxê, çavkaniyeke pilebilind a ewlehiyê ya Îraqê ji Rûdawê re ragihandibû ku ewên vedikişin, dê derbasî baregehên li Hewlêrê bibin.
Heta nîvê îsal jî li Îraq û Herêma Kurdistanê nêzîkî 2 hezar û 500 leşkerên Amerîkayê hebûn.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin