Danûstandina bo peymana ewlehiyê ya Îsraîl û Sûriyê di mijara Siwêdayê de xitimî

Danûstandina bo peymana ewlehiyê ya Îsraîl û Sûriyê di mijara Siwêdayê de xitimî

.

A+A-

Hate ragihandin ku çar çavkaniyên agahdar ji Reutersê re gotine, danûstandinên berdewam ên ji bo peymaneke ewlehiyê di navbera hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê û Îsraîlê de di kêliya dawî de rastî astengiyekê hatin û xitimîn. Hate diyarkirin ku ev astengî piştî Îsraîlê xwestiye "korîdoreke mirovî" ber bi Siwêdayê were vekirin derketiye holê.

Danûstandinên bi navbeynkariya Amerîkayê, ku di çend mehên borî de li Baku, Parîs û Londonê hatin lidarxistin, nêzîkî girêdana peymanekê bûbûn. Li gorî peymanê, dê herêmeke bêçek a ku Siwêda jî di  nav de ye were avakirin.

Reutersê daye xuyakirin, Îsraîlê piştrast kiriye ku ew ê parastina civaka Durzî li hundirê Sûriyeyê bike û bi vê hincetê beriya niha êrîşên leşkerî hatine kirin.

Di danûstandinên Parîsê de, Şamê daxwazek Îsraîlê ya ji bo vekirina korîdoreke bejahî bo Siwêdayê red kir û ew wekî binpêkirina serweriyê bi nav kir.

Lê belê, li gorî çavkaniyeke sûriyeyî û çavkaniyeke amerîkî ya ku ji danûstandinan agahdar e, Îsraîlê vê dawiyê daxwaz ji nû ve anî ziman, lewma peyman vê hefteyê bi dereng ket.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin