Kemal Tolan

Kemal Tolan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Dansîna xemgînî û dilxweşiya li ser pirtûka "Êzdiyatî, Êzdî , çande û mûzîka devkî ya Êzdiyatiyê“

A+A-

Bi dîtina min, xemgîniyeke gelekî mezine hemwelatiyek belkî jî "pismamekî“ Êzdiyan, yê rêzdar Prof. Dr. Rohat Cebe,  dema di sala 2002 de  li Almaniya akademiya mûzikê ya bajarê Detmold ê dixwîne ,  li wirê dostekî yê Alman wî bi malbateke Êzdî, ya ku berî salan ji herêma bajarê Batmanê weke koçber hatiye Almaniya dide nasdin. Ev danasîna dibe sedem ku, rêzdar Prof. Dr. Rohat Cebe Êzdiyan, çande, mêvanperwerî, mûzîka û mîtolojiya Êzdiyan , ya ku weke wêjeya devkî ya Kurdî ye û naveroka baweriya Êzdiyatiyê ji ber zargotina Êzdiyên li Almaniya dijîn ji nêz ve nasbike.

Tevî vê jî gelekî dilxweş im ku, rêzdar Prof. Dr. Rohat Cebe, piştî perwerdehiya du salan, cardinê vedigere zanîngeha li welat , xebatên xwe yên „master û besayî“ di qedîne. Demek şûnde radibe li ser wan tecrûbe û agahdariyên ji nav Êziyan naskiriye, diçe li nav Êzdiyên ku li bakurê Kurdistanê ,di nav herêma Batman, Bişêrî, Urfa, Wêranşar, Diyarbakir , Çinar, Bismil, Mardîn, Midyat, Îdil,  Nusaybîne û her wisa diçe nav Êzdiyên li bakurê Iraq, Gurcistan û Azarbaycanê hebûne jî lêkolîn dike.

Di encamên xebat û lêkolînên xwe de, vê pirtûka xwe ya bi navê „Ezidilik, Ezidi müziĝi ve ilahileri“- Êzdiyatî, Êzdî , çande û mûzîka devkî ya Êzdiyatiyê“-( *binêrin li wêne 1-4 an), çapa  2an bi wergerî û edîtoriya nivîskar Musin Özdemir, di nav weşanên Na yê de ji bo danasîna kevnarî û dewlemendiya Êzdiyatiyê dide çapkirin û nasandin.

Ez spasiya rêzdar Prof. Dr. Rohat Cebe-Unîversîta Batman ê- dikim û mala wî ava ku, ev ked û emeka bi dirêjayî û li ser van sermêjarên naveroka pirtûkê(binêrin li wênan) bi Êzdî, xêrxwaz û dostên Êzdiyan ra parvekirine. Ez naxwazim niha van mijarên ku wî berhevkirin û parvekirine bi nirxînim. Lê hêvî dikim, kesên bixwazin pirtûkên  Prof. Dr. Rohat Cebe peydabikin, bila ew keremkin, wan ji vê lînkê bixwazin:

https://www.nayayinlari.com/index.php?route=product/product&search=roh&product_id=177&search=roh

Kemal Tolan, xemxwar û berhevkarê kevneşopên Êzdiyatiyê

Ev jî wênen 1-4an in:

1-a.jpeg2-006.jpeg3-kaynaklar.jpg3-kaynaklar.jpg

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin