Danîmarka wê polîtîkaya xwe ya li dijî penaberan biguherîne

Danîmarka wê polîtîkaya xwe ya li dijî penaberan biguherîne

Hikûmeta nû ya Danîmarkayê serî li Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekgirtî daye û gotiye, ew amade ne ji kotaya NYyê penaberan qebûl bikin.

A+A-

Hikûmeta nû ya Danîmarkayê serî li Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekgirtî daye û gotiye, ew amade ne ji kotaya NYyê penaberan qebûl bikin.

Danîmarkayê serî li Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekgirtî (NY) daye û gotiye ew ê salê 500 penaberî qebûl bikin.

Di 5ê Hezîranê de li Danîmarkayê hilbijartina giştî pêk hatibû û Partiya Sosyal Demokratan hikûmeta hindikahiyê ava kiribû. Partiya Sosyal Demokratan desthilatdarî ji partiyên rastgirê bi dest xistibû û ew yase betal kiribûn ku di dema hikûmeta kevn de hatibû derxistin û dixwest penaberan li gravekê kom bikin.

Partiya Sosyal Demokratan her weha rêziknameyên tund ên li dijî penaberan siviktir dike.

Di encama van gavan de hikûmetê aşkere kiriye ku ew amadene ji kotaya NYyê penaberan qebûl bikin.

Her sal wê 500 penaberan qebûl bikin

Mattias Tesfaye, Wezîrê Koçberiyê û Ahengê ji çapemeniyê re diyar kiriye ku Danîmarka amade ye îsal paneberan qebûl bike û ji bo vê jî serî li Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekgirtî bide.

Tesfayeyî gotiye ne diyar e ku bê îsal wê çend penaberan qebûl bikin lê ji îsal û pê de salê wê 500 penaberan qebûl bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin