Dalkurd dîsa derbasî Lîga Superettan a Swêdê bû

Dalkurd dîsa derbasî Lîga Superettan a Swêdê bû

.

A+A-

Tîma futbolê Dalkurd ku li Swêdê dilîze, cara duyem derbasî lîga bilind a Swêdê ya Superettanê bû.

Tîma Kurd Dalkurd ku heyamek berê xatir ji Lîga Superettan a Swêdê xwesti bû û di vê sezonê de di Lîga Yekem Koma Bakur a Swêdê de bi ser ket û îro li hemberê GAISê lîst ku careke din derbasî Lîga Superettan ê bibe.

Roja 3ê ve mehê di listika ewil de Dalkurd, GAIS 2-1 têk bir û ji bo lîstika duyemîn de avantajek girîng bi dest xist.

Dalkurdê îro li hemberî Tîma GASIê lîst û bi gola ku Ûmît Aras di deqîqeya 32a da avêt û nîvê lîstikê yekem de 1-0 qedîya.

Di nîva duyemîn a lîstikê de di tima GAIS de lîstikvan Michale Kargbo di deqîqeya 79a de golek avetê Dalkurdê û lîstik bû 1-1.

Di lîstikê de zêdetir kesî gol neavêt û yarî 1-1 qedîya û Dalkurd di vê encamê dîsa derket Lîga Superettan a Swêdê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin