DAIŞê êrîşî Pêşmergeyan kir; Pêşmergeyek birîndar bû

DAIŞê êrîşî Pêşmergeyan kir; Pêşmergeyek birîndar bû

.

A+A-

Şeva Pêncşemê DAIŞê êrîşî Hêza Pêşmerge li Pirdê û Bizmareyê kir û di encamê de Pêşmergeyek birîndar bû. Wezareta Pêşmerge diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya Pêşmergeyê birîndar baş e.

Şeva Pêncşemê 5ê Gulana 2022an Fermandarekî Pêşmerge ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û got, "Îşev sê çekdarên DAIŞê teqe li Hêza Pêşmerge kirin ku sala borî jî êrîşî heman sengeran kiribûn û pênc Pêşmerge şehîd xistibûn."

Fermandarê Pêşmerge ku nexwest navê xwe eşkere bike anî ziman, "Hêza Pêşmerge ewle ne û silamet in, me bersiva wan da û her sê DAIŞî reviyan."

Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê ya di derbarê dema êrîşê de diyar kir ku di saet 20:10an de bûye û Hêza Pêşmerge di nava ewlehiyê de ye û ti ziyanên canî çênebûne.

Li gor daxuyaniya Wezareta Pêşmerge duh êvara Pêncşemê Hêzên Pêşmerge bersiva êrîşeke din ya çekdarên DAIŞê dane û Pêşmergeyek birîndar bûye û niha tê dermankirin.

Wezareta Pêşmerge destnîşan kir ku êrîşa din a çekdarên DAIŞê di seat 22:00an de li ser sînorên sengerên 6 ê Hêzên Pêşmerge bûye û çekdarên DAIŞê êrîşî ser baregeheke lîwaya 18 li Bizmare ya li bakûrê rojhilatê Çiyayê Qereçûxê kirine.

Wezareta Pêşmerge diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya Pêşmergeyê birîndar baş e.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin