Dadwerekî Kurd xwe ji endametiya Dadgeha Federalî vedikêşe

Dadwerekî Kurd xwe ji endametiya Dadgeha Federalî vedikêşe

.

A+A-

Yek ji du dadwerên Kurd ên Dadgeha Federalî radigehîne, wekî diyarkirina nerazîbûna xwe li dijî biryarên vê dawiyê yên Dadgeha Federalî ya Îraqê yên li dijî qeware û fermanberên Herêma Kurdistanê, biryar daye xwe ji endametiya wê dadgehê vebikêşe.

Ebdulrehman Silêman, ku Yek ji du dadwerên Kurd ên Dadgeha Federalî ye, îro (Sêşem, 12.03.2024) di konfiranseke rojnamevanî de ragehand ku, wekî diyarkirina nerazîbûna xwe li dijî biryarên vê dawiyê yên Dadgeha Federalî ya Îraqê yên li dijî qeware û fermanberên Herêma Kurdistanê, biryar daye xwe ji endametiya wê dadgehê vebikêşe.

Dadwer Ebdulrehman Silêman got, “Min wekî Nûnerê Herêma Kurdistanê di dema borî de li Dedgeha Federalî kar kiriye. Ez hêvîdar bûm ku di wê demê de wekî bergirîkerekê baş ê Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûrê Îraqê de kar bikim, lê piştî derbazbûna nêzî sê salan li ser karê min, ez gehiştim wê bawerê ku berdewamîdana min li wê dadgehê rêyê nade min ku wî karî bikim ê ku ez pêxemetî wî hatibûm”.

Navbirî amaje jî da ku, ji ber van sedeman biryar daye xwe ji endametiya Dadgeha Federalî ya Îraqê vebikêşe:

1.    Di çarçoveya karê xwe de min têbînî kir ku meylek di biryarên yek li dû yekê yên Dadgeha Federalî de heye, ji bo vegerandina bingehên sîstema biryardana navendî û dûrkeftina ji bingehên sîstema federalî.

2.    Dadgehên destûrî di tevaya sîstemên siyasî de sîstema federalî bi cih tînin, ji bo peydakirina parastinê û çespandina vê sîstemê, ji bo parastina hevsengiya navbera desthilata federalî û desthilata parêzgeh an herêman, herwesa ji bo ku her astekê hikûmetê ji desthilatên astê dî derbaz bike. Binavkirina Dadgeha Federalî di binyat de bi amajedana bi sîstema federalî hat ku bi ronî ji aliyê destûrî ve di çend madeyekan de hatiye pejirandin. Dadgeha destûrî li her welatekî ji bo parastina desthilata herêm û parêzgehan kar dike, lê tiştê min têbînî kir berovajî bû.

3.    Destûrê sala 2005ê yê Îraqê wekî yek ji wan destûran tê hesibandin ên ku rêyê dide qanûndanerê destûrî an damezrînerî ku bikare biedilîne, bi merema parastina bingehên destûrî yên ku lihevkirin li ser çê bûye û mafên tevaya alî û pêkhatan, lê tiştê ku min ji araste û biryarên Dadgeha Federalî ya Îraqê û şiroveyên wê ji bo bendên destûrî di piraniya skalayan de têbînî kir, ber bi şirovekirineke berfireh û derveyî çarçoveyê ye ku mimkin e bibe sedema edilandina destûrî.

(K24)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin