Dadgehê biryara berdana Hifzullah Kutum da

Dadgehê biryara berdana Hifzullah Kutum da

.

A+A-

Akademîsyenê Kurd Hifzullah Kutum ku ji ber dirûşma “bijî Kurdistan” hatibû girtin, biryara berdana wî hat dayîn.

Hifzullah Kutum li ser hesabê xwe yên torên civakî ligel wêneyekî Mele Mistefa Barzanî, peyama “Şoreşa Îlonê (li) hemû Kurdan pîroz be. Bijî Kurdistan” belav kiribû, ji ber vê peyama xwe di 6ê Mijdara 2021an de hatibûn girtin. Parêzerê Akademîsyenê Kurd Hifzullah Kutum, parêzer Mehmet Emîn Akar li ser hesabê xwe yê Twiterê ragihand ku li ser îtiraza wan, dadgehê biryar berdana derbarê Kutum da.

Mehmet Emîn Akar di tiwîta xwe de nivîsandiye: “Muwekîlê min Hifzullah Kutum ku di 6ê Mijdarê de hatibû girtin, li ser îtîraza me 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Xarpetê ve biryara azadkirina wî da.”

Akademisyenê Kurd Hifzullah Kutum ku li Beşa Maliyê ya Peymangeha Zanistên Îqtîsadî û Îdarî ya Zanîngeha Firatê ya Xarpetê (Elezîz) kar dikir, roja 14ê Îlona 2021ê li ser hesabê xwe yên torên civakî ligel wêneyekî Mele Mistefa Barzanî, peyama “Şoreşa Îlonê (li) hemû Kurdan pîroz be. Bijî Kurdistan” belav kiribû.

Ji ber vê peyama wî zanîngehê derbarê Kutum de lêpirsîn da destpêkirin û ji kar hat dûrxistin. Kutum roja 5ê Mijdara hatibû desteserkirin û roja 6ê Mijdara 2021ê dadgehê biryara girtina wî dabû.

Kutum berî were girtin jî tekez kiribû ku ew ji gotina xwe nayê xwarê û gotibû: “Ez nafikirim ku paş de gav bavêjim lewra ez ne neheq im.Yanî ez di ferqa nasnameya xwe de ev ne sûc e,anîna ziman ya vê rastîyê ne sûc e. Gotina bijî Kurdistan ne sûc e. Kurdistan bi dîroka xwe, bi erdnîgarîya xwe, bi çanda xwe rasteqînîyek e.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin