Dadgeha Îstînafê qebûl nekiriye ku tezmînatê bidin malbata Kemal Kûrkûtî

Dadgeha Îstînafê qebûl nekiriye ku tezmînatê bidin malbata Kemal Kûrkûtî

.

A+A-

Dadgeha Îstînafê Kemal Kûrkût were “çalakvanekî êrîşkar” binav kiriye û îdia kiriye û gotiye, şert û mercên qanûnî ji bo polîsan çêbûne da ku wî bikujin. Biryara dadgeha herêmî ya ji bo tazmînatê jî qebûl nekiriye.

Di doza tazmînatê ya derbarê kuştina Kemal Kûrkûtî de dadgehê biryara xwe aşkere kiriye. Dadgehê ji bo kuştina Kemal Kûrkûtî ê di dema pîrozbahiyên Newrozê de biryara necezakirinê daye. 

Li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, polîs Y.Ş.yê ku Kûrkût kuştibû beraet kiribû. 

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, malbata xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkûtî bi sedema ku “qisûra rêveberiyê heye” li dijî Wezareta Kar û Barên Navxweyî doz vekiribû. Malbatê daxwaz kiribû ku Wezaret bi 256 hezar TL  cezayê pereyan were cezakirin. Dadgeha Îdareyê ya 3yan a Amedê daxwaza malbatê qebûl kiribû. Lê Daîreya Dozên Îdarî ya 3yan a Dadgeha Îdarî ya Herêmî ya Dîlokê (Îstînaf) ve biryar qebûl nekiriye. 

Parêzer Çelebî: Ji roja ewil ve hewldanên nixumandinê hene

Serdar Çelebî, parêzerê malbata Kûrkûtî, biryara îstinafê nirxand. Çelebî, daxuyaniya Walîtiya Amedê ya piştî bûyerê bibîr xist ku ji bo Kemal Kûrkût gotibû "xwekuj" e. Çelebî, destnîşan kir ku ji roja ewil ve hewldanên ji bo nixumandina ser bûyerê hene û ji bo biryara Dadgeha Îstinafê jî got: "Wekî bibêje 'Kemal Kûrkût ev tişt heq kiriye' û doz ji binî de red kir." 

Çelebî destnîşan kir ku tu hêleke hiqûqî ya vê biryarê tune ye: "Li wir ji bo bikaranîna çekê tespîtek jî tune ye. Lê Dadgeha Îstinafê rabû tişta hat serê Kemal Kûrkût, wekî li gor hiqûqê be nirxand û biryarek bi vî rengî da. Ev biryar nayê qebûlkirin." 

"Bûyer li ber gelek kamerayan çêbûye"

Çelebî anî ziman ku ev bûyer li ber gelek kamerayan çêbûye, lê belê hê jî kiryar nehatiye dîtin. Çelebî, destnîşan kir ku nedîtina kiryar, qisûreke îdareyê ye û ne delîl hatine berhevkirin û ne jî lêpirsînek çalak hatiye kirin:

"Lê Dadgeha Îdare ya HErêmê hê jî dibêje tu qisûra rêveberiyê tune ye. Jiyana xwendekarekî zanîngehê, di berpirsiyariya rêveberiyê de ye. Ji xwe nepêkanîna vê berprisiyariyê bi xwe qisûr e. A rast em behsa qisûrê nakin, em behsa bizanebûnê dikin. Polîsê dewletê bi zanebûn mirovek kuşt. Têkildarî vê raporeke ji aliyê heyetên serbixwe ve hatiye amadekirin heye û ketiye nav dosyeyê. Di vê raporê de tê gotin, hedef hatiye girtin û çek bi qesda kuştinê hatiye şixulandin. Çendî paşê mudaxileyî raporê hatibe kirin jî, lê berê hatibû tespîtkirin ku bê kê çek şixulandiye û çawa nîşan girtiye. Yanî rewşeke ji qisûrê wêdetir heye."  

Çelebî, bertek nîşanî îstinafê da ku Kûrkût wekî "êrişkar" nîşan daye û got: "Kemal Kûrkût, kêr ji bo êrişî polîsan bike bi kar neaniye. Ji bo polîs bi ser wî de neyên berê kêrê daye xwe û gef xwariye ku dê zirarekê bide xwe. Ne wekî dadgeha îstinafê ye, yanî pê êrişî polîsan nekiriye. Belê, di îfadeyekê, du îfadeyan de heye, kê gotiye: Kiryar gotiye. Kiryar sirf ji bo xwe rizgar bike û şixulandina çekê rewa bike, gotiuye Kûrkût êrişî wî kiriye. Ji xeynî vê polîsên din di îfadeyên xwe de gotin, Kûrkût berê kêrê daye xwe. Lê Dadgeha Îstinafê nexwestiye vê bibîne." 

Çi bibû?

Kemal Kurkut ê 23 salî û ji Adiyamanê xwendekarê Beşa Muzîkê ya Fakulteya Huneran a Zanîngeha Înonuyê bû.

Di 21ê Adarê de di dema Newroza Amedê de di xala kontrolê de ya polîsan a li ser Kolana Evrim Alataş a li nêzîkî Park a Newrozê rastî gulebarana polîsan hat. Heta ku rakirin nexweşxaneyê Kurkut mir.

Walîtiya Amedê diyar kir ku di destê Kurkut de kêr hebû û “gumana xwekujiyê li ser wî hebû” û herwiha derbarê bûyerê de lêpirsîn dane destpêkirin.

Paşê dihaberê hin fotograf bi raya giştî re parve kir ku di dema bûyerê de hatibûn kişandin. Di van fotografan de tê dîtin ku di destê Kurkut de kêr heye û jora laşê wî bê cil e. Kurkut ê ku bi polîsan re nîqaşan dike dest bi bazdanê dike û polîs guleyan bera hewayê dide. dihaberê nivîsand ku fermandarekî polîsan gotiye “gule bernedin” lê digel vê jî gule bera Kurkut hatiye dayin.

Walî Amedê Huseyîn Aksoy ji bo lêpirsîna kuştinê de got ku zanyariyên polîsan û dîmen tiştên cuda dibêjin û hewce bike ew ê biryarên weke jikardûrxistinê jî bistînin. Paşê du polîs ji hêla Walîtiyê ve jikar hatin dûrxistin û li ser daxwaza dozgeriyê biryara qedexeya weşanê hat standin. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin