Dadgeha Federal li ser Herêma Kurdistanê biryarên giring dan

Dadgeha Federal li ser Herêma Kurdistanê biryarên giring dan

.

A+A-

Dadgeha Federal a Îraqê biryarên xwe yên derbarê dosyayên yasaya hilbijartinan û dahatên Herêma Kurdistanê eşkere kirin.

Dadgehê biryar da ku Herêma Kurdistanê hemû dahatên petrolê û xeynî petrolê radestî Bexdayê bike û mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê jî “bêyî ku wekî deyn were hesibandin” bê dayîn.

Dadgeha Federalî ya Îraqê di rûniştina xwe îro de, li ser dozên berdewam ên derbarê pirsgirêkên dahat û hilbijartinan êm di navbera Bexda û Hewlêrê de biryar da.

“Divê Herêma Kurdistanê dahatên xwe radestî Bexdayê bike”

Dadgehê biryar da ku Herêma Kurdistanê dahatên petrolê û yên xeynî petrolê radestê Bexdayê bike.

Dadgehê herwiha biryar da ku Bexda mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bê şert û merc dabîn bike û budceya ku hatiye terxankirin jî “wekî deyn neyê hesibandin.”

Hikûmeta Îraqê di budceya 2018ande biryar dabû ku para Herêma Kurdistanê ji sedî 17 daxine ji sedî 12.

Piştî vê biryarê krîza darayî ya di navbera Bexda û Hewlêrê de kûrtir bû.

Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê di 15ê Sibata 2022yan de biryar dabû ku yasaya gaz û petrolê ya Herêma Kurdistanê li dijî destûra bingehîn a Îraqê ye û divê dahata petrola hinardekirî radestî Bexdayê were kirin.

Di 12ê Hezîrana 2023yan de piştî danûstandinên 5 rojan, budceya federal a Îraqê ya 153 milyar dolarî ji aliyê parlamentoyê ve hatibû qebûlkirin.

“Kotaya Tirkmen û Xirîstiyanan ne destûrî ye”

Li aliyê din Dadgeha Federalî ya Îraqê biryar da ku kotaya 11 kursiyên ku ji bo Tirkmen û Xirîstiyanan di Parlamentoya Kurdistanê de hatiye veqetandin, “ne destûrî” ye.

Di rûniştina îro de Dadgeha Federalî derbarê îtîrazên li ser yasaya hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê û Kotaya kêmîneyan de biryar da.

Li Herêma Kurdistanê berê tenê herêmeke hilbijatinê hebû, dadgehê biryar dakî bibe 4 herêmên hilbijartinê.

Hejmara kursiyên Parlamentoya Kurdistanê kêm bû

Herwiha dadgehê biryar da ku 11 kursiyên ji bo kotayan hatine veqetandin nedestûrî ne.

Li gorî vê biryarê hejmara parlamenterên Parlamentoya Kurdistanê ji 111 kursiyan daket 100î.

Dadgehê herwiha biryar da ku hilbijartinên Kurdistanê li şûna Komîsyona Serbixwe ya Referandûm û Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê ve were kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin