Dadgeha Federal a Îraqê li ser avahiya PDKyê ya Kerkûkê biryar da

Dadgeha Federal a Îraqê li ser avahiya PDKyê ya Kerkûkê biryar da

.

A+A-

Dadgeha Federal a Îraqê biryara Serokwezîrê Îraqê ya radestkirina baregeha PDKyê ya Kerkûkê bi awayekî demkî ragirt.

Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê li ser avahiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya Kerkûkê biryar da.

Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê li ser daxwaza parliyamenterekî Ereb ê parêzgeha Kerkûkê biryar da ku radestkirina avahiya PDKyê ya Kerkûkê bê rawestandin.

Dadgeh di biryarê de got “Biryara radestkirina baregehê ya ku ji aliyê Serokwezîr ve hatiye dayîn, heta doza ku li dijî wê biryarê çareser nebe, dê bê rawestandin.”

Li ser daxwaza parlamenterê Ereb ê Kerkûkê Asif Assî Hisên, ji bo rawestandina radestkirina navenda Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Kerkûkê ku PDK wek baregeha xwe dibîne, bang Dadgeha Bilind Federal a Îraqê kir ku biryara lezgîn bide.

Dadgehê biryar da heta doza li ser mijarê bê çareserkirin hemû xebatên radestkirinê bên rawestandin.

Artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şeibî di 16ê Cotmeha 2017an de derbasî bajarê Kerkûkê bûbûn.

Artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şeibî avahiya Partiya Demokrata Kurdistanê vala kir û avahiyê kirin navenda Fermandariya Operasyonên Hevbeş.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîya Sûdanî 25ê Tebaxê ferman dabû ku avahî careke din radestî PDKyê were kirin.

Dadgehê biryara xwe bi “parastina asayîşa Kerkûkê, jiyana hevwelatiyan, parastina destûra Îraqê ku tekezî li ser bihevrejiyan, parastina serwerî û yekîtiya xaka Îraqê” ve girê dide.

27ê Tebaxê komek alîgirên Heşdî Şeibî û Erebên ku ji derve anîbûn li ber avahiyê kon vedabûn û rêya Kerkûk-Hewlêrê ji trafîkê re girtibûn.

Piştî vê rewşê, doh Kurd li herêma Rehîmawa ya Kerkûkê kom bûn û xwepêşandanek li dar xistin û xwestin ku rêya Hewlêr-Kerkûkê bê vekirin.

Dema ku xwepêşanderên Kurd nêzîkî devera ku çalakvanan berê rê lê girtibûn bûn, hêzên ewlehiyê gule li wan reşandin.

Di encamê de 4 Kurd şehîd ketin û 15 kes jî birîndar bûn.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin