Dadgeha Federal a Almanyayê qedexeya Mezopotamya û Mîr Mûzîkê pejirand

Dadgeha Federal a Almanyayê qedexeya Mezopotamya û Mîr Mûzîkê pejirand

.

A+A-

 Dadgeha Federal a Almanyayê bi tohmeta ku "girêdayî PKKê ne", biryara qedexekirina du saziyên çand û hunerê yên Kurdî, Weşanxaneya Mezopotamya û Mîr Muzîk pejirand.

Civîna dadgeha doza her du saziyên Kurdî duh Çarşembê 26ê Çileya 2022 li bajarê Leipzigê li Dadgeha Îdarî ya Federal a Almanyayê ku saziya hiqûqa îdarî ya herî payebilind li wî welatî ye, hat dîtin.

Parêzerên herdu saziyên Kurdî ji ajaneseke nêzîkî PKKê re ragihandine, ku dadgehê bi devkî ew ji biryarê agahdar kirine û ji wan re gotiye, biryara qedexekirina herdu saziyan “li gorî qanûnê” hatiye dan.

Parêzerên Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Muzik Lucas Theune ji ragihandiye dadgeh di bin zextên siyasî de ye û gotiye: “Dadger di dîtina çarçoveyek qanûnî ya qedexeyê de zehmetiyan dikişîne. Piştî ku biryara Dadgeha Îdarî ya Federal gihişte destê me em dê biryarê îtiraz bikin û ew dê pêvajoyê bibin Dadgeha Destûra Bingehîn a Federal ku saziya darazê ya bilind e.”

Lucas Theune herwiha diyar kiriye, “Ji ber ku di vir de mijar xebatên li ser çanda û hunera Kurd e, em dê têkoşîna hiqûqê bidomînin.”

Theune amaje bi wê yekê jî kiriye ku eger hemû rêyên hiqûqî li Almanyayê ji bo betalkirina biryara dadgehê bên girtin, ew dê dozê bibin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME).

Weşanxaneya Mezopotamya û Mîr Muzîk, du saziyên çand û hunerê yên Kurdî li Almanyayê ne, û di 1ê Sibata 2019an de bi biryara Wezareta Navxwe ya Almanyayê hatibûn qedexekirin.

Piştî biryarê polîsên Almanyayê dest danîbûn ser pirtûk, CD û arşîvên muzîkê yên Weşanxaneya Mezopotamya û Mîr Muzîk, lê her du saziyên çand û hunera Kurdî li dijî biryara qedexeyê doz vekiribûn û daxwaza betalkirina biryarê û dayîna kelûpel û arşîvên xwe kiribûn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin