Dadgeha Ewropayê bo Doza Osman Kavala dem da aliyan

Dadgeha Ewropayê bo Doza Osman Kavala dem da aliyan

.

A+A-

 Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), ji bo di “Doza Osman Kavala” de nêrînên xwe pêşkêş bikin heta 19ê Nîsana 2022an dem da Tirkiye, Osman Kavala û endamên Komîteya Wezîran a Encûmena Ewropayê.

Komîteya Wezîran a Encûmena Ewropayê 2ê Sibata 2022an ji ber ku Tirkiyê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya derbarê berdana karsaz û çalakvanê Tirk Osman Kavala de cîbicî nekiriye, biryar da doz bo Dadgeha Ewropayê bê veguhestin.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, biryar da ku ji bo di “Doza Osman Kavala” de nêrînên xwe pêşkêş bikin heta 19ê Nîsana 2022an dem da Tirkiye, Osman Kavala û endamên Komîteya Wezîran a Encûmena Ewropayê.

Tedbîrên ku dê li dijî Tirkiyê bên wergirtin

Piştî gihandina nêrînan, dê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê derbarê dosyeya Osman Kavala de bicive û biryara xwe bide.

Eger Dadgeha Ewropayê, biryara xwe wek `Tirkiyê binpêkirin` kiriye ragihîne, dê Komîteya Wezîran a Encûmena Ewropayê tedbîrên ku li dijî Tirkiyê bên wergirtin binirxîne.

Di nav tedbîran de derxistina Tirkiyê ji endamtiya Konseya Ewropayê û rawestandina mafê dengdayîna Tirkiyê hene.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin