CPT: Ji ber bombebaranên Tirkiye û Îranê herî kêm 850 kes şehîd ketine

CPT: Ji ber bombebaranên Tirkiye û Îranê herî kêm 850 kes şehîd ketine

.

A+A-

 Rêxistina Amerîkî CPTyê ragihand ku ji sala 1990î ve ji ber bombebaranên Tirkiye û Îranê yên li Herêma Kurdistanê herî kêm 850 kes şehîd ketine.

Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) hejmara kesên ku di êrişên Tirkiye û Îranê de hatine kuştin bi Tora Medyayî ya Rûdawê re parve kirin.

Berpirsê Mafên Mirovan ê CPTyê Kameran Usman da zanîn ku ew dê van amaran bidin Bexdayê da ku xizmên wan tazmînatê wergirin.

Kameran Usman diyar kir ku ew bi armanca ku birîndar û xizmên şehîdan tazmînatên xwe bistînin bi Hikûmeta Îraqê re pêwendiyê datînin û got:

“Li Îraqê tazmînata (qerebû) fermî werdigirin.

Kesên ku hatine kuştin şehîd tên hesibandin û birîndar jî wekî ‘birîndarêm niştimanî’ tên qebûlkirin.”

“PDK û YNKyî tazmînatê werdigirin”

Kameran Usman diyar kir ku di navbera wan kesan de cudahî tê kirin û got:

“Kesên ku tazmînat wergirtiye yan PDK an jî YNKyî bûn.

Tiştek ji bo wan kesên din nehatiye kirin.”

Kameran Usman amaje pê kir ku Bexdayê soza tazmînatê daye lê ji bo belgeyên pêwîst bên amadekirin pêwîstî bi demê heye.

Li hêla din, di rapora CPTyê de temen, zayend û navên şehîd û birîndaran hatine diyarkirin.

Li gorî raporê, ji sala 1990î ve ji ber bombebaranên Tirkiye û Îranê yên li Herêma Kurdistanê herî kêm 850 kes şehîd ketine.

Kameran Usman jî got ku piraniya van kesan di êrişên Tirkiyeyê de şehîd ketine.

Li gorî CPTyê ji ber êrişên Tirkiyeyê yên bi hinceta PKKyê 161 gundên Başûrê Kurdistanê ji binî hatine valakirin û çûna wan herêman qedexe ye.

Herwiha metirsî heye 602 gundên din jî di bin metirsiyê de ne û piraniya şêniyên wan koç kiriye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin