Cotkarên Kerkûkê kom bûn: Heşt meh in em li benda pereyên genimê xwe ne

Cotkarên Kerkûkê kom bûn: Heşt meh in em li benda pereyên genimê xwe ne

.

A+A-

Tevî ku heşt meh di ser radestkirina berheman re derbas bûne, hikûmeta federal a Iraqê pereyên cotkarên Kerkûkê nedaye. Cotkarên Kurd, Tirkmen û Ereb li dijî vê rewşê nerazîbûn nîşan dan û daxuyandin ku eger pirsgirêk neyê çareserkirin, ew ê çalakiyên xwe tundtir bikin.

Îro 17ê Sibatê, hejmareke mezin a cotkarên Kurd, Tirkmen û Ereb li ber sîloya Kerkûkê kom bûn û daxwaza mafên xwe yên darayî kirin. Cotkarên ku genimê sala 2025an radestî dewletê kirine, bal kişandin ser wê yekê ku heta niha nîvê wan pereyên xwe wernegirtine.

Nûnerê cotkarên gundê Topzawaya Kerkûkê, Satih Nasih, di daxuyaniyekê de ji bo medyayê ragihand, ji sedî 50 cotkarên Kerkûkê pereyên genimê sala 2025an wernegirtine. Satih bal kişand ser rewşa aborî ya cotkaran û got: "Cotkar di rewşeke darayî ya gelekî dijwar de ne. Ji ber ku hikûmetê pereyên wan nedaye, êdî şiyana wan a dabînkirina debara malbatên wan nemaye."

Satih di berdewamiya axaftina xwe de got: "Cotkarên li parêzgehên başûrê Iraqê hemûyan pereyên xwe wergirtine, lê tenê cotkarên Kerkûkê hatine bêparhiştin. Em nizanin çima tenê li Kerkûkê ev astengî heye."

Li gorî agahiyên ku ji nûnerên cotkaran re hatine dayîn, Wezareta Bazirganî ya Iraqê îdîa dike ku Wezareta Darayî pere nexistiye ser hesabê wan, lewma ew nikarin çekên diravî dabeş bikin. Nûnerê cotkaran li ser vê mijarê got: "Ev pirsgirêk peywendiya wê bi me re nîne. Me genimê xwe radestî hikûmetê kiriye û berpirsiyarê sereke yê dayîna mafên me hikûmet e."

Cotkarên Kerkûkê li ber sîloyê gotin ku ew ê daxuyaniyeke hevpar biweşînin û "moleta dawî" bidin hikûmetê. Hat diyarkirin ku eger di demeke nêz de soza dayîna pereyan neyê bicihanîn, cotkar dê bi çalakiyên curbecur û tundtir dengê xwe bigihînin Bexdayê.

K24

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin