Cooper li ser entegrasyona HSDyê ya hikûmeta Sûriyeyê daxuyanî da

Cooper li ser entegrasyona HSDyê ya hikûmeta Sûriyeyê daxuyanî da

.

A+A-

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper ragihand ku ew piştgiriya yekgirtina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê dikin û diyar kir ku her du aliyan di 10ê Adarê de li ser vê mijarê li hev kiriye.

Bi minasebeta salvegera rûxîna desthilata Beşar Esed a li Sûriyeyê li Enstîtuya Rojhilata Navîn (MEI) konferansek hat lidarxistin.

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper bi awayekî online beşdarî konferansê bû.

Brad Cooper derbarê stratejiya Amerîkayê ya li Sûriyeyê de daxuyaniyên girîng dan.

Cooper diyar kir ku xebatên wan li ser 3 xetên sereke dimeşin: Têkoşîna li dijî DAIŞê, entegrasyona HSD û hikûmeta Sûriyeyê û xurtkirina hevkariya bi Şamê re.

"HSD û hikûmetê li hev kir"

Cooper eşkere kir ku dan û standinên di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de berdewam in û Amerîka piştgiriyê dide vê pêvajoyê.

Fermandarê CENTCOMê stratejiya xwe wiha rêz kir:

“Yekem, em şopandina xwe ya tund a li dijî DAIŞê li Sûriyeyê didomînin.

Duyem, em piştgiriyê didin yekgirtina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) a bi hikûmeta Sûriyeyê re.

Û sêyem, em dê bi hêzên Sûriyeyê re hemahengî û hevkariyê xurt bikin.”

"Zexta leşkerî ya bêrawestan berdewam dike"

Brad Cooper li ser xeta yekem a xebatên xwe ku şerê li dijî DAIŞê ye, agahî dan û got:

"Di xeta me ya yekem a hewldanê de ji bo şopandina tund a DAIŞê, zexta leşkerî ya bêrawestan berdewam dike.

Hêzên Amerîkayî, hevkarên hevpeymaniyê û hevkarên Sûriyeyê bi hev re dixebitin ji bo jiholêrakirina paşmahiyên ku li Sûriyeyê mane.

Wekî mînak, di meha çiriya pêşîn de, hêzên Amerîkayî di zêdetirî 20 operasyonên li dijî DAIŞê de şêwir, alîkarî û piştgirî dan hevkarên xwe yên Sûriyeyê ku bi vê yekê êrişên terorê kêm kirin û rê li ber belavbûna tundiyê li seranserê cîhanê girtin. Em her wiha şiyana wê ya li herêmê lawaz dikin."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin