
Cooper: Em xurtkirina hevahengiya navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê tekez dikin
.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî doh (Sêşem, 2ê Îlona 2025ê) pêşwaziya Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê Charles Brad Cooper û şanda pê re ya bilind kir, ku ji hejmareke piledarên serbazî û şêwirmendan pêk hatibû.
Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê jî di ragihandinekê de amaje da ku, herdu aliyan di civînekê de têkiliyên Amerîkayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, bi taybetî di warên ewlehî û leşkerî de, nîqaş kirin.”
Her di wê civînê de, herdu aliyan dîtin û nerînên xwe li ser xeteriyên DAIŞê û gefên li ser ewlehî û tenahiya Iraq û Sûriyeyê û hevkarî û alîkariyên Amerîkayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo xurtkirina şiyanên leşkerî û ewlehî li hev guhertin.
Li gorî wê ragihandinê, Nêçîrvan Barzanî spasî û rêz ji bo alîkarî û piştgiriya Amerîkayê nîşan dan, ji ber alîkarî û piştgiriya wê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê di şkandina DAIŞê, pêşkêşkirina alîkariyan û perwerdekirina Pêşmergeyan û alîkariya wan ji bo pêvajoya çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge û yekkirina Pêşmergeyan de.
Serokê Herêma Kurdistanê herwesa amadebûn û xwesteka Herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirina hevpeymanî û hevkariyê bi Amerîkayê re jî tekez kirin.
Tevî spasîkirina rola Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê û şkandina wê de, Charles Brad Cooper ji aliyê xwe ve pabendbûna Amerîkayê ji bo piştgiriya Iraq û Herêma Kurdistanê wekî hevpeyman tekez kir. Amaje jî da ku, welatê wî bi girîngiyeke zêde li wan têkiliyan dinêre.
Di wê ragihandinê de herwesa hatiye gotin ku, Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê tekez li ser xurtkirina alîkariya hevpar di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de kir, ji bo şerê li dijî terorê û tunekirina bi yekcarî ya DAIŞê û gefên ewlehiyê.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin