CNN: Wê nifşê nû ‘Şanoya hilbijartinan’ a Îranê boykot bike!

CNN: Wê nifşê nû ‘Şanoya hilbijartinan’ a Îranê boykot bike!

.

A+A-

 Televizyona CNN a Amerîkî li ser boykota hilbijartinên Îranê ku dê 1ê Adarê bên kirin raporek belav kir û da zanîn, nifşê nû yê li Îranê hilbijartinan weke şanoyê dibînin û loma jî ne amade ne deng bidin.

Di nûçeya CNNê de ku lêkolîneke hûr li ser hilbijartinên parlamentoya Îranê hatiye kirin de, tê gotin, tevî daxwaziya hemû berpirsên rêjîmê ji xelkê Îranê ji bo beşdarîkirina li hilbijartinan jî tê çaverêkirin ku wê rêjeya beşdarbûna xelkê gelekî kêm be.

Tepeserkirin û gendelî

Li gorî nûçeyê, “Aboriya nexweş, bêbaweriya siyasî û şoreşa vê dawiyê ku hate tepeserkirin”, bûne sedem ku piraniya xelkê, êdî amade nebin beşdarî hilbijartinê bibin.

CNN’ê daye xuyakirin, wê di hilbijartina 1ê Adarê de, rêjeya beşdarbûnê ya herî kêm a dîroka rejîma Îranê be.

Hikûmetê rewatîya xwe ji dest daye

Li gorî pisporan, sedema beşdarînekirina xelkê di vê dengdanê de, bêhtir ji ber gendeliya rêjîmê, rêveberiya şaş û tepeserkirina xelkê ye ku bi vî awayî jî hikûmeta deshilata Îranê rewatîya xwe ji dest daye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin