Çiyayê Korekê bi dronan hatiye armanckirin

Çiyayê Korekê bi dronan hatiye armanckirin

.

A+A-

 Hat zanîn ku Çiyayê Korekê doh û îro bi dronan hatiye armanckirin û di encama wan êrişan de ti zerereke canî û madî çênebûye.

Çavkaniyekî ji Asayîşa Xelîfanê ji Rûdawê re ragihand ku her du caran jî dron li nêzîkî birca mezin a li ser çiyê ketine xwarê.

Wisa diyar e ku armanca êrişê lêdana wê birca mezin a Çiyayê Korekê ye.

Ew birc hem ji aliyê çend şirketên peywendiyê ve tê bikaranîn, hem jî ji bo keşnasî û çend karên din sûd jê tê dîtin.

Heman çavkaniyê her wiha da zanîn ku ti zerereke canî û madî çênebûye.

Li gorî agahiyên Rûdawê, her du caran jî dron bi xwe ketine xwarê û ne bi teqekirinê hatine xistin.

Ji lêkolîna li ser paşmayên dronan jî eşkere bûye ku ew ji wan dronan in ku ji Îranê ve tên şandin.

Çiyayê Korekê çiyayê herî bilind ê Herêma Kurdistanê ye û yek ji navendên geştyariyê ye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin