Çiyagerê ku Ala Kurdistanê li Everestê bilind kir di bin aşîtê de ma

Çiyagerê ku Ala Kurdistanê li Everestê bilind kir di bin aşîtê de ma

.

A+A-

Ciwanê bi navê Renc Omer ê ku Ala Kurdistanê li ser Çiyayê Everestê bilind kir, di rêya vegerê de di bin aşîtê de ma û birîndar bû.

Hevjîna Renc Omer, Rêjîn Ehmed ji Rûdawê re ragihand ku ew di bin berfeke zêde de maye û niha li nexweşxaneyeke Nepalê di bin çavdêriyê de ye.

Beriya niha hevjîna Renc Omer ji Rûdawê re gotibû, çavekî wî ji sedî 80 û çavekî wî bi temamî nabîne lê niha dîtina wî baştir bûye.

Renc Omer ciwanekî Kurd e ku di sala 2017an de ji 650 kîlometreyan zêdetir meşiyaye û ji parêzgehên Hewlêr, Kerkûk, Silêmanî û Duhokê re derbas bûye û her wiha çend çiyayên Herêma Kurdistanê ji wan Pîremegrûn û Helgurd jî derbas kiriye. Renc Omer Rûdawê re diyar kiribû ku di dema rêwîtiya wî de fikra çûyîna ser çiyayê Everestê ji bo wî çêbûye ku nav û Alaya Kurdistanê bibe ser lûtkeya herî bilind a cîhanê.

Everest, lûtkeya herî bilind a cîhanê û rêzeçiyayên Hîmalayayê ye bi qasî 8 hezar û 848 metreyan bilind e, piraniya kesên ku diçin serê vî çiyayê ku xeternak e, ala welatên xwe li wir dadiçikînin.

Çiyagerê Kurd Renc Omer 35 salî ye. Li Silêmaniyê ji dayik bûye û li Duhokê dijî.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin