Çiya Kurd: Hikûmeta Şamê agirbestê bicih nayîne

Çiya Kurd: Hikûmeta Şamê agirbestê bicih nayîne

.

A+A-

 Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê Bedran Çiya Kurd, li ser hesabê xwe yê Xê peyamek parve kir û got, Hikumeta Veguhêz a Sûriyê agirbesta li taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûdê bicih nayîne.

Çiya Kurd, bang li navbeynkarên navneteweyî û herêmî kir ku destwerdana vê rewşê bikin.

Bedran Çiya Kurd wiha got: “Zêdebûna şer, seferberî û dorpêçkirina berdewam a herdu taxan careke din piştrast dike ku aliyên çekdar ên ku ji hêla Enqerê ve têne piştgirîkirin, ne li gorî biryarên rayedarên demkî ne, lê belê ajandayên biyanî yên ku bi berjewendiya neteweyî ya Sûriyeyê re nakok in, pêk tînin.”

Çiya Kurd bang li navbeynkarên navneteweyî û herêmî kir ku mudaxele bikin, zextê li Enqereyê bikin da ku destwerdana xwe di karûbarên Sûriyeyê de rawestîne.

Çiya Kurd wiha pê de çûB “Divê ev navbeynkar roleke çalak di kêmkirina rewşê de bilîzin, rê li ber gihîştina çareseriyên lihevkirî û domdar di navbera me û Şamê de vekin, bêyî destwerdana biyanî.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin