Ciwanek Kurd li Stenbolê hat kuştin

Ciwanek Kurd li Stenbolê hat kuştin

.

A+A-

Li naveçaya Beyoglu ya Stenbolê ciwanek Kurd ê ji parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistan bi îşkence û lêdanê hat kuştin û piştre termê wî bo ber deriyê xaniyê ku lê dijiya hat avêtin.

Li gor zanyariyan duh demjimêr derdora 17.30  6ê Tebaxa 2022ê li taxa Kulugu ya navçeya Beyoglu ji otomobîlekê termek bo cadeyê hate avêtin û piştre ew otomobîl ji cihê bûyerê reviya.

Piştî agahdarkirina welatiyan hêzên ewlekariyê  û tîmên tendirûstî çûn cihê bûyerê û li ser wî termî dest bi lêkolînan kirin.

Di encama lêkolînan de derket holê ku ew term ê ciwanê 20 salî yê bi navê Serhat Abîk e ku xelkê navçeya Qoserê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ye û li ser laşê navborî gelek şopên îşkence û lêdanê hebûne.

Termê Serhat Abîk ji mala şînê ya Beyoglu bo navçeya Qoserê ya Mêrdînê hat şandin.

Hat ragihandin hêzên ewlekariyê ji bo destserkirina kujerên wî ciwanê 20 salî yê Kurd dest bi lêkolînan kirine ku termê wî bi otomobîlê avêtibûn ber deriyê xaniyê ku lê dijiya. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin