
Civînek girîng li Enqerê: Nêçîrvan Barzanî wê bi Erdogan re bicive
.
A+A-
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wê îro li Enqerê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re bicive.
Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan wê beşdarî merasîma vekirina sala akademîk a xwendina bilind a 2025-2026an li Navenda Kongre û Çanda Neteweyî ya Beştepeyê bibe.
Piştre ew ê li Kompleksa Serokatiyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî bike.
Hate diyarkirin ku di civîna ku wê li Kompleksa Serokkomariyê were lidarxistin de, wê têkiliyên Tirkiyeyê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, rewşa giştî ya herêmê û gelek mijarên girîng ên hevbeş werin nîqaşkirin.
Nêçîrvan Barzanî herî dawî di 4emîn Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê (ADF2025) de ku di 11-13ê Nîsanê de hate lidarxistin, bi Serokkomar Erdogan re civiya.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin