
Civîna Nêçîrvan Barzanî û Recep Tayyîp Erdogan: Mijara sereke petrol bû
.
Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Erdogan berdewamiya piştgiriya welatê xwe ya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê dubare kir."
Nêçîrvan Barzanî li Enqereyê bi Recep Tayyîp Erdogan re civiya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê civînê de got, "Di civînê de behsa pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re hat kirin.
Her wiha qadên hevkariya hevbeş a Tirkiye û Herêma Kurdistanê, rewşa giştî ya Îraqê, pêvajoya siyasî û hilbijartinên Parlamentoya Îraqê, rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê û pêşhatên Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin."
Civîna Serokê Herêma Kurdistanê û Serokkomarê Tirkiyeyê saetekê ajot.
Hinardekirina petrolê mijara sereke bû
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, her du aliyan pesnê asta pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê da û amadebûna xwe ji bo bipêşxistina zêdetir a hevkariya hevbeş di hemû waran de nîşan da.
Her du aliyan bi taybetî tekezî li ser pêwendiyên di warên aborî, dan û standinên bazirganî û hevkariya di sektora enerjiyê de kir.
Di vê çarçoveyê de wan bal kişand ser ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji bo bazarên cîhanê bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê ku di berjewendiya aboriya tevahiya Îraqê de ye.
Her du alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku ev pêvajo xizmeta aramî û seqamgîriya Îraqê bi giştî dike.
Erdogan: Em piştgiriya xwe didomînin
Di daxuyaniyê de hat wiha gotin, “Serok Erdogan berdewamiya piştgirî û piştevaniya welatê xwe ya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê dubare kir û pêwendiyên welatê xwe yên bi her du aliyan re wekî girîng bi nav kir.
Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo piştgirî û hevkariya Tirkiyeyê ya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê spasiya xwe anî zimên û dubare kir ku Tirkiye cîraneke girîng a Herêma Kurdistanê û Îraqê ye û ew dikarin di gelek waran de ji bo berjewendiyên hevbeş bi hev re hevkariyê bikin."
Parastina aramî û seqamgîriya herêmê, pêngavên pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê, pêşhatên dawî yên Rojhilata Navîn û çend mijarên din ên cîhê berjewendiyên hevbeş, mijarên civînê bûn.
Barzanî: Pêwendiyên me yên stratejîk hene
Serokê Herêma Kurdistanê jî derbarê civînê de li ser hesabê xwe yê Xê wiha gotibû:
"Ez kêfxweş bûm ku îro li Enqereyê bi Serok Erdogan re civiyam. Derfeteke di dema xwe de bû ji bo ku em nêrînên xwe li ser mijarên herêmî û pêwendiyên stratejîk ên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi Tirkiyeyê re parve bikin.
Me her wiha behsa rêyên bihêzkirina zêdetir a hevkariya xwe û bipêşxistina aştî, aramî û geşedana herêmî kir."
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin