Civîna hevbeş a serkirdayetiya dualî ya Partiya Demokrat hat lidarxistin

Civîna hevbeş a serkirdayetiya dualî ya Partiya Demokrat hat lidarxistin

.

A+A-

Di civîna hevpar ya herdûKaliyên rêberatiya hizba Demokrat de, dawîn qonaxên pirsa yekgirtina Demokratan hat niqaşkirin.

Êvareya roja Sêşemî 11`ê Gelawêjê, endamên rêberatiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Hizba Demokrat a Kurdistanê bo berhevdan û nîqaşkirina dawîn qonaxên pirosa yekgirtina Demokratan civiyan.

Li beşa yekem ya civînê de, berpirsên heyetên danûstandinên herdûk aliyên Demokratan dawî rapora xwe li derheq pirosa gotûbêjan bona yekgirtina malbata mezin ya Hizba Demokrat pêşkêşî vê civînê kirin. Di vê raporê de tevî îşarekirina hûr bi vê pêşveçûna girîng û destkevtên xuya yên li pêvajoya piroseya yekgirtinê de ku bidest ve hatine, hûrgliyên qonaxên piroseyê jî bona zelalbûna zêdetir ji bo endamên rêberatiya herdûk aliyên Demokrat li ser axavtin.

Herwisa di beşa dûyem ya civînê de, rêzdaran Mistefa Hicrî Lêpirsyarê Giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û Xalid Ezîzî, Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistanê tevî spaskirin ji kar û xebata demdirêj ya heyetên danûstandkar û herwisa micidbûna rêberatiya herdûk aliyên Hizba Demokrat di bi encam gihandina piroseya dijwar lê, cihê hiviyê bi yekgirtina Demokratan, dûrdîmenên kar û têkoşîna Hizba Demokrat a Kurdistana Îrana Yekgirtî, erk û berpirsayetiyên qonaxên paşerojê yên xebat û têkoşîna Hizba Demokartê dest nîşan kirin.

Rêzdar Mistefa Hicrî, di axavtinên xwe de bal kêşand li ser vê mijarê ku bi îrade û erkvegirtina hemûyane ku em, rêzên Hizba Demokrat dêxinine ser hev û qonaxeke nû ya hêvîbexiş di bihêzkirina xebat û têkoşîna Hizba xwe de li Rojhilatê Kurdistanê li pêyxema bidestveanîna mafên zevt kirî yên netewa xwe li Îranê de berdewam bikin.

Rêzdar Mistefa Hicrî tevî îşarekirin bi zirar û xesarên li hev veqetiyana rêzên Hizbê û herwisa ev derba ku ji yekitiya xebat û têkoşîna Hizba Demokrat kevtî, li ser vê yekê tekezî kir ku divê bi li ser hev xistina rêzên Hizba Demokrat û xistina ser heve hêza xebatkarên xwe, hem cihê xisara vê qonaxa li hev veqetiyanê tejî bikin û hem jî gur û têneke bihêztir bidne tevgera mafaxwazî ya gelê xwe.

Rêzdar Xalid Ezîzî, Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistanê jî, di axavtinên xwe de bal kişan li ser vê mijarê ku, yaku heta niha heyetên danûstandkar  bi alîkariya hizra herdu aliyan bi mebeseta bi encamgihandina piroseya yekgiritna Demokratan heta dawîn qonaxên vê encam dane, erkwegirtin û hestkirina bi berpirsayetiya dîrokî û xebatgêrî bûye, lê yaku di paşeroja xebata hevpar ya me de di yek rêzê de û bona gihîştin bi armanca tevgera me dikeve li ser milê me hemûyan wekî erkekî giran, baver û berpirsayetiyeke ku divê heta ser em pê pêbend bin.

Herwisa kak Xalid Ezîzî di berdewamiya axavtinên xwe de, li ser vê mijarê axavt û got: raste em herdûk aliyên Hizba Demokrat bi sedema jihev veqetiyanê di vî heyamî de bi awayek cuda xebat û têkoşîna me hebûye, lê em bi vê yekê serbilindin ku me micidane li dijî Komara Îslamî xebat kiriye. Em ji pirsa Kurd û dîroka pirşengdare hevpare xwe Xwedî derkevtine û niha jî bona bihêzkirina pêgeha Kurd û pêngava bandordar bona serkevtina xebata neteweya xwe, em rêzên xwe dikne yek.

Herwisa di vê civînê de, micidbûn û îradeya rêberatiyê ya herdûk aliyên Hizba Demokrat di bersivdana bi vê hewce ya dîrokî û gihandina piroseya yekgirtina Demokratan bi dawî qonaxên xwe, bilind hate nirxandin.

Civîna hevpar ya rêberatiya herdûk aliyên Demokratan piştî behs û nîqaşkirina li ser dawîn qonaxên piroseya yekgirtinê û hivîdar bûn bi ragihandina dawiya vê piroseyê di paşerojek nêz de, dawî bi karên xwe anî.

Çavkanî: Kurdistan Media

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin