Çima heta niha Kurdên Êzidî koçber û derbeder in?

Çima heta niha Kurdên Êzidî koçber û derbeder in?

.

A+A-

 Îro li Hewlêrê korbenda yekem a Kurdên Êzidî birêve çû, di wê korbendê 3 panel hatin pêşkêşkirin, pirsa vegerê û gelek pirsên din taybet bi Kurdên Êzidî hatin gotûbêjkirin. Pirsa sereke ew bû ku çima het niha Êzidî koçber û derbeder in. Ev yek di demekê deye ku niha nêzîkî 275 hezar Kurdên Êzidî li seranserê Herêma Kurdistanê koçber in û beşa herî zêde di kampande dijîn.

Pirsa rizgarbûyên destê DAIŞ û çawaniya qerebûkirina wan jî yek ji tewerên sereke bû di korbendê de hat gotûbêjkirin. Li gor Rêvebera giştî ya rêveberiya giştî ya rizgarbûyên destê DAIŞê, ew kar li ser dabînkirina pêdawîstiyên wan dikin.

Koçberê ji Şingalê Sededîn Reşo piştî êrîşa DAIŞ li ser Şingalê, weku gelek Êzidiyên din koçber dibe. Bi gotina wî di 80 salên temenê xwe de, yekem care bi vî rengî derbeder dibe. Niha li gel 14 malbatên di bin çadiran de dijîn. Her yek ji devereka Şingalê ye,lê derbederî û koçberî ew li Hewlêrê li hev kom kirine.

Koçberê Şingalê Sededîn Reşo got: “Tiştek ji mala me nemaye, her hemû wêran bûye. Kevir li ser kevir nemaye. Êdî Şingal ne ya me ye, ya Ereba ne."

Pirsa vegerê û gelek pirsên din taybet bi Kurdên Êzidî li korbenda Hewlêrê hatin gotûbêkirin. Pirsiyar ew bû ku çima heta niha Êzidî koçber û derbeder in. Hemû bi hevre bûn ku sedem cîbecînekirina rêkeftina Şingalê ye.

Endamê Encumena Nûnerê Iraqê Mehma Xelîl jî got: “Hikûmeta Iraqê berpirs e di ber bicînecîkirina rêkeftina Şingalê de û hebûna PKKê û hêzên Heşda Şebî astengiyan li pêşiya cîbecîkirina wê rêkeftinê dike."

Pirsa rizgarbûyên destê DAIŞ û çawaniya qerebûkirina wan jî yek ji tewerên sereke bû di Korbendê de.

Şirîn Xêro yek ji rizgarbûyên destê DAIŞê ye. 3 salan di destê wan de ma, niha jî li her korbendekî amade dibe ji bo gihandina dengê rizgarbûyan.

Rizgarbûya ji destê DAIŞê Şirîn Xêro jî got: “Heta niha tiştek ji bo rizgarbûyên destê DAIŞê nehatiye kirin, ji ber ku ew rizgarbûyên destê DAIŞê ta niha di bin çadiran de dijîn û ta niha rewşa wan ya madî xirabe û pêwîstiya wan bi çareseriya derûnî heye.”

Danpêdan bi jênosîda Êzidiyan, kota, parastina nasnameya Êzidiya û hejmareke babetên din jî hatin behskirin, ku bi nerîna wan hemû fekterên serekî ne, ji bo vegera eve çend sale dirêj kiriye. Ku niha nêzîkî 275 hezar Kurdên Êzidî li seranserê Herêma Kurdistanê koçber in.

Nûçe: Rudaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin