
Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay: ZIMANÊ ME HEBÛNA ME, HEQÎQETA ME Û PAŞEROJA ME YE
.
Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) roja 21.02.2026ê, li Teşkîlata Amedê ya PWKyê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî pîroz kir. Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay di derbarê wate û girîngîya vê rojê de semînerek da. Ev jî teksta axaftina M.Can Azbay e.
ZIMANÊ ME HEBÛNA ME, HEQÎQETA ME Û PAŞEROJA ME YE
21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî, mîrasa têkoşîna xwendekarên Bangladeşî ye ku di sala 1952an de ji bo parastina zimanê xwe dabûn; îro li tevahîya cîhanê sembola mafên zimanî û cihêrengîya çandî ye. Ev roja taybet a ku ji alîyê UNESCOyê ve hat ragehandin, ne tenê pîrozbahîyeke zimanî, çandî ye; qêrîn û banga zimanên rûbirûyî asîmîlasyonê bûne ne û pêdivîyeke edaleta zimanî ne ku dibêjin "em li vir in"
Zimanê miletê Kurd ku bîra wî ya hevpar e, li hemberî polîtîkayên êriş, asîmîlasyon û tunekirinê yên sîstematîk, li her qada ku têkoşîna hebûnê dimeşîne de bi qêrîna “Berxwedan Jîyan e” deng vedide. Îro ji bo miletê Kurd, zimanê dayikê ne tenê amûreke ragihandinê ye; bîra gelekî, rûmeta wî û kevirê bingehîn ê hebûna wî ya civakî û neteweyî ye. Tevî polîtîkayên asîmîlasyon û înkarê yên ku zêdetirî sedsalekê ne tên meşandin, kurdî; di zimanê dayikan de, di lorîyên dapîran de, di kilamên dengbêjan de û di pênûsa zanyarên wekî Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran û gelek nivîskar, helbestvanan de, di çîrok û destanên devkî de li ber xwe daye û gihîştiye vê qonaxê!
Ji axaftina Feqîyê Teyran a bi çivîkan re heta kûrahiya felsefî ya Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî, zimanê kurdî yek ji perçeyên herî girîng yên mîrasa edebîyata cîhanê ye. Windakirina zimanekî, windakirina estetîk, felsefe û tasewura gerdûnî ya wî zimanî ye. Edebîyata kurdî, îro jî tevî hemû qedexeyan, bi roman, helbest û hunera modern careke din ji nava xwelîyên xwe ve dilerize û şîn dibe.
Di lêxwedîderketina zimanê kurdî de destpêka her tiştî ewe ku em li nav malê, zimanê xwe yê jîyanê bikin zimanê kurdî. Lê bele, ji bo ku kurdî di "nostaljîyeke" di malan de asê nemîne û bibe çemekî/rûbarekî zindî ku di her qada jiyanê de diherike; divê her ferdekî kurd bi hişmendiyeke neteweyî di her qada jiyanê de kurdî bike beşeke jîyana xwe û bingehekî xurt ê berxwedan û têkoşînê ava bike. Ev berpirsiyarîyeke dîrokî û erkekî miletperwerîyê û niştimanperwerîyê ye.
Ji bo ku zarokên kurd, zimanê kurdî fêr bibin, lêxwedîderketina dersa bijarte ya kurdî jî destkeftinek e. Ji bo ku kurdî ji kreşê heta zanîngehê di her qonaxa perwerdeyê de cîh bigre, bibe dersa mecbûrî, bibe xwedî garantîyên qanûnî û statuya zimanê fermî/hevpar bi dest bixe, ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî û fermîbûna kurdî ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve bê qebûl kirin, pêdivî bi pêşxistina têkoşînek domdar ku di her qada jiyanê de desthilatdar be heye.
Ji bo ku kurdî karakterekî civakî bi dest bixe, rola rêveberîyên herêmî pir girîng e. Şaredarî û sazîyên herêmî; ji tabelayan heta daxuyanîyan, ji kreşan heta navendên çandê divê modeleke xizmetê ya pirzimanî esas bigrin. Weşanxaneyên ku bi kurdî weşanê dikin, hilberînerên naverokên dîjîtal û sazîyên medyayê divê ji alîyê civakê ve bên piştgirîkirin; hebûna kurdî di cîhana teknolojîyê de bibe xwedî hêz. Bi ruhê seferberîya civakî, meşandina têkoşîna hebûnê ya kurdî li kolanan, li bazaran û di jîyana rojane de pêdivîya berpirsyarî ya dîrokî û neteweyî ye.
Her ferdekî kurd divê bi hişmendîya nasnameyê xwedî li zimanê xwe derkeve; li ser kar, li kolanê û di medyaya civakî de bikaranîna zimanê xwe bike şêwazê jiyanê. Em mecbûr in ku hişmendiya zimanê kurdî di jiyana rojane de belav bikin, bikin hînbûnîyek civakî û rê û rêbazên veguhastina wê ya wekî mîraseke zindî ji nifşên nû re pêş bixin. Bi vê boneyê, em bang li tevahîya gelê xwe dikin ku bi ruhê seferberîyê zêdetir xwedî li zimanê xwe derkevin.
Zimanê me "xeta me ya hebûnê" ye. Divê neyê jibîrkirin ku miletê zimanê wî dîl (êsîr) be, paşeroja wî jî dîl e.
Bi boneya 21ê sibatê em careke din diqîrin:
Zimanê me, rûmeta me ye!
Bi kurdî biaxivin,
Bi kurdî bixwînin,
Bi kurdî binivîsin,
Bi kurdî şîrove bikin.
21.02.2026
Mehmet Can Azbay
Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin