
Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê M. Can Azbay: Muzeya Pêşewa Qazî Mihemed Nîşana Hişmendîyeke Neteweyî û Niştimanî Ye
.
Bi organîzatorî û îmkanên rewşenbîr û siyasetmedarê kurd, Parêzer Mahmût Alinak, li gundê Merwekê yê navçeya Dîgor a bajarê Qersê Muze û Mala Çandê ya Qazî Mihemed hate vekirin.
Heyeteke Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ku ji Cîhgirên Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay û Vahît Aba, Serokê Meclîsa PWK Ewropayê Merd Baran Boskan û endama PWKyê Medya Boskan pêk hatibû beşdarî merasîma vekirina muzeyê bû.
Di merasîma vekirina muzeyê de, Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay axaftinek kir.
Ev jî teksta axaftinê ye...
...................
Muzeya Pêşewa Qazî Mihemed Nîşana Hişmendîyeke Neteweyî û Niştimanî Ye
Em îro bi minasebeta vekirina Muzeya Pêşewa Qazî Mihemed li vê derê ne. Ji bo pêkanîna vê muzeyê, li ser navê Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Rêzdar Mustafa Ozçelîk û hemû rêvebir û endamên PWKyê, ez rêzdar Mahmut Alinak pîroz dikim û ji bo dawetkirinê jî spasîyên xwe pêşkêşî cenabê wî dikim.
Li Bakurê Kurdistanê, li bajarê Qersê, vekirina Muze û Mala Çandê ya Pêşewa Qazî Mihemed wateyeke xwe ya girîng, neteweyî, niştimanî heye û em bawer dikin ku ev dê di nav rûpelên dîrokê de cîhê xwe bigre.
Weke ku tê zanîn îro, salvegera du bûyerên mezin û diltevzîn ên di dîroka Kurdistanê de rûdane ye.
Îro 95emîn salvegera jenosîda Gelîyê Zîlan e. Di13ê temûza 1930yî de, Dewleta Tirkîyeyê li Gelîyê Zîlan jenosîdeke mezin pêk anî û bi deh hezaran kurd hatin qetil kirin.
Herweha 36 sal berê, roja 13ê temûza 1989ê, Sekreterê Giştî yê PDK-Îranê Dr. Abdûrahman Qasimlo û du hevalên xwe, li Wìyenayê ji alîyê sixurên Dewleta Îranê ve hatin qetil kirin.
Em bi vê minasebetê, Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî, şehîdên Jenosîda Gelîyê Zîlan, Dr. Abdurahman Qasimlo û hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.
Xuşk û birayên hêja,
Muzeya Pêşewa Qazî Mihemed, hem ji bo bibîranîna Serokkomarê Dewleta Komara Kurdistanê, hem jî ji bo hûnadina pireke niştimanî di navbera her çar perçeyên Kurdistanê de, gaveke girîng, milî û hestyar e.
Bêgûman di çarçeweya axaftinek weha de, mirov nikare Pêşewa Qazî Mihemed terîf bike. Lê em bi zelalî dikarin diyar bikin ku jiyan, helwest, kesayetî, wasîyet û berevanîya Pêşewa Qazî Mihemed ya li mahkemeyê, rêbaz û hişmendîya kurdistanî bû. Wasîyet û berevanîya Pêşewa Qazî Mihemed îro jî rê û rêbaza wazîfeyên me yên netewî û dîrokî nîşanî me didin.
Pêşewa Qazî Mihmed dibêje li miletê Kurd, Kurdistanê û Alaya Kurdistanê xwedî derkevin; parastina mafê neteweyî, xwe îdare kirinê û dewletbûnê bila bingehê sîyaseta we be.
Dijmanatîya hev nekin û bi dijminên xwe neyên xapandin. Giringîyek taybetî bidin yekitî, hevkarî, piştgirî û alîkarîya nav xwe. Rêzê li xwîn, ked û xebat û têkoşîna hemû şehîd, dilsoz û kedkarên doza azadîya Kurdistanê bigrin.
Ew alaya ku Pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mistefa Barzanîyê nemir kirîbû; bi xwîna dehhezaran şehîdan, bi têkoşîneke qehramanane, bi tifaqa rêzdaran Kak Mesûd û Mam Celal û hevkarîya hemû partîyên Kurdistanê, îro li ser Parlementoya Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê li ba dibe.
Bilindkirina Alaya Kurdistanê li ser Parlementoya Dewleta Federa ya Başûrê Kurdistanê, bicihanîna wasîyeta Pêşewa Qazî Mihemed û Mele Mistefa Barzanîyê nemir e.
Niha jî Pêşewa Qazî Mihemed bangî hemû partîyên Başûrê Kurdistanê dike û dibêje:
Ew nakokî, pirsgirêk û nexweşîyên navxweyî deynin alîyekî û ji bo avakirina hikûmeteke hevbeş, ji bo hûn dezgehên Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê bikin yek, ji bo navçeyên mijara maddeya 140î wekî fermî vegerînin ser Herêma Kurdistanê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên aborî, civakî, însanî yên gele me yê Başûrê Kurdistanê gavên pêwîst bavêjin.
Pêşewa Qazî Mihemed bangî partîyên Rojavayê Kurdistanê dike, dibêje:
Li gorî biryar û bernameya sîyasî ya Konferansa Qamişloyê ya ku roja 26ê Nîsana 2025ê, bi beşdarîya hemû partî, dezgeh û kesayêtên kurdan li dar ketibû tevbigerin, bi wê heyeta hevbeş ya ku hatibû dîyar kirin, bibin mixatabê Rêvebirîya Şamê.
Pêşewa Qazî Mihemed ji partîyên Rojhilatê Kurdistanê re dibêje:
Careke din wekî sala 1946an firsendeke dîrokî dikara were ber derîyê we. Tenê bi hevkarî, hevrêzî û tifaqeke neteweyî û niştimanî hûn dikarin pêşewazîya vê firsendê bikin. Bi vî awayî hûnê bikaribin carek din Alaya pîroz li Meydana Çarçirayê bilind bikin.
Pêşewa Qazî Mihemed ji Partîyên Bakurê Kurdistanê re dibêje:
Di vê rewş û mercê de, danînan çekan di berjewendîya miletê Kurd de ye. Lê divê hemû partî û rêxistinin siyasî yên neteweyî, dezgeh û sazîyên sivîl, kesayetên qebulbar yên civakê bi hişmendîyeke milî tevbigerin û ALİYÊ KURDÎ ava bikin. Ji bo çareserîya pirsa miletê Kurd û Kurdistanê, divê ALİYÊ KURDÎ bibe mixatabê Dewleta Tirkîye. Ji bo ku miletê Kurd mafên xwe yên milletbûnê bidest bixin, divê li himberî pêvajo û hişmendîya entegrasyonê û sîyaseta mêtîngerîyê kurd yekgirtî bin.
Pêşewa Qazî Mihemed ji Partîyên Bakurê Kurdistanê re dibêje:
Yekitî, hevkarî û hevrêzîya nav kurdan, kilîta bidestxistina mefên neteweyî, demokratîk û kulturî ye. Loma jî divê hûn bi hişmendîyek neteweyî û kurdistanî tevbigerin. Ango, partî û rêxistinên dikarin bibin yek bila bibin yek; yên nikaribin bibin yek bila hevkarî û tifaqan neteweyî pêk bînin; yên nikarin tifaq û hevkarîyan bikin, bila di nav pêwendî û dialogê de bin; yên nikarin pêwendîyan bi hev re deynin, bila dijminatîya hevdû nekin!.
Pêşewa Qazî Mihemed ji serok, rêveber û endamên partîyan re dibêje:
Ne serokatîya we, ne rêvebertîya we, ne navê partîyên we ji doza serxwebûn û azadîya Kurdistanê ne bi qîmetir e û ne pîroztir e.
Pêşewa Qazî Mihemed ji me hemûyan re dibêje:
Bixebitin, fêr bibin, bixwînin, têbikoşin, di nava gelê xwe de bin, bi gelê xwe re bin, gêncan, jinan û hemû beşên civatê bi rêxistin bikin. Bibin partî û rêxisinên neteweyî, demokratîk û girseyî. Doza miletê Kurd û Kurdistanê, bîrîbawerîyên neteweyî û demokratîk bi gelê xwe bidin qebûl kirin.
Gava ku em van wasîyetan pêk bînin, em dê ruhê Pêşewa Qazî Mihemed, Mele Mistefa Barzanîyê nemir, Seyid Riza, Îhsan Nûrî Paşa, Xalid Begê Cibrî, Şex Seîd, Elî Şêr û yê hemû şehîd û pakrewanên Kurdistanê şad bikin.
Em Pêşewa Qazî Mihemed û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bibîrtînin, mekanê wan rohnî û cihê wan bihuşt be.
13.07.2025
Mehmet Can Azbay
Cîhgirê Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin