Cîhanê biryara Nêçîrvan Barzanî çawa pêşwazî kir?

Cîhanê biryara Nêçîrvan Barzanî çawa pêşwazî kir?

.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryar da ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê 10ê Hezîrana 2024an bên kirin.

Gelek welatên cîhanê ev biryara Serokê Herêma Kurdistanê bi kêfxweşî pêşwazî kir.

Nêçîrvan Barzanî biryarnameya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê îmze kir.

Li gorî vê biryarnameyê dê hilbijartin 10ê Hezîrana 2024an bên encamdan.

Gelek balyozxane û konsulxaneyên cîhanê dilxweşiya xwe ya ji bo vê biryarê anî zimên.

Konsulxaneya Amerîkayê

Konsulxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê li ser vê biryara Serokê Herêma Kurdistanê got:

“Em piştgiriyê didin hilbijartinên adil û azad ku ji bo demokrasiya tendurist û paşeroja Herêma Kurdistanê gelekî girîng in.”

Konsulxaneya Brîtanyayê

Konsulxaneya Brîtanyayê ya Hewlêrê jî ev biryara Nêçîrvan Barzanî bi germî pêşwazî kir û got:

“Hilbijartin ji bo ku gelê Kurdistanê dengê xwe bide bihîstin û ji bo paşeroja Herêma Kurdistanê gelekî girîng in.”

Neteweyên Yekbûyî: Êdî bila hilbijartin neyên astengkirin

Alîkarê Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê Îraqê Claudio Cordon, ev biryara Serokê Herêma Kurdistanê bi kêfxweşî pêşwazî kir.

Claudio Cordon da daxuyand, Neteweyên Yekbûyî amade ye ku ji bo lidarxistina hilbijartinan alîkariya pêwîst bike û got:

“Neteweyên Yekbûyî dixwaze ku êdî hilbijartinên Parlamentoyê nayên astengkirin.”

 Konsulxaneya Almanyayê

Konsulxaneya Almanyayê ya Hewlêrê li ser vê biryarê got, “Hilbijartinên azad ji bo rewabûna sistema siyasî ya Herêma Kurdistanê gelekî girîng in.”

Konsulxaneya Almanyayê ya Hewlêrê destnîşan kir ku ew biryara Nêçîrvan Barzanî bi kêfxweşî pêşwazî dikin û pê de çû:

“Hilbijartinên adil û azad hîmekî girîng in ji bo bihêzkirina aramî û demokrasiya Herêma Kurdistanê û rewabûna sistema wê ya siyasî.”

Konsulxaneya Îtalyayê

Konsulxaneya Îtalyayê ya Hewlêrê dilxweşiya xwe ya ji bo vê biryarê ragihand û got:

“Em hemû aliyan teşwîq dikin ku hilbijartineke paqij, azad û adil bikin.”

Konsulxaneya Holendayê

Konsulxaneya Giştî ya Holendayê jî got, “Hilbijartinên azad û adil ji bo demokrasiyê wekî oksîjenê ne.”

Konsulxaneya Fransayê

Konsulê Giştî yê Fransayê yê Hewlêrê Jan Braim jî li ser navê Konsulxaneya Fransayê ev biryar bi germî pêşwazî kir.

Jan Braim bi rêya hesabê xwe yê Xê da zanîn, “Encamdana hilbijartinên azad di berjewendiya me tevan de ye.”

Kanada

Balyoza Kanadayê ya Îraqê Kathy Bunkayê li ser vê biryarê got:

“Dîroka hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê wekî 10ê Hezîrana 2024an hatiye diyarkirin.

Kanada li Îraqê hilnijartinên azad û adil teşwîq dike.”

Çi bûbû?

Biryar hatibû dayîn ku hilbijartinên Parlamantoya Kurdistanê Çiriya Pêşîna 2022yan bên kirin.

Lê ji ber nakokiyên di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdisyanê de (YNK) ev hilbijartin hatibûn taloqkirin û dema peywira Parlamantoya Kurdistanê salekê hatibû dirêjkirin.

Dadgeha Fedaral a Îraqê Gulana 2023yan biryar da ku dirêkjirina dema peywira Parlamantoya Kurdistanê ne yasayî ye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî vê yekê biryar da ku hilbijartin 25ê Sibata 2024an bên kirin.

Ji ber ku Dadgeha Fedaral a Îraqê giliyên li ser “kotayên pêkhateyan” û “Yasaya Hilbijartinan a Parlamentoya Kurdistanê” dinirxandin pêvajo rawestiyabû.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin