CHP: Pêdiviya me bi çareseriya pirsa Kurd heye

CHP: Pêdiviya me bi çareseriya pirsa Kurd heye

.

A+A-

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Gel ya Komarî (CHP) Oguz Kaan Salici ragihand, di parlamentoyê de bi rêyên demokratîk pêdiviya me  bi çareseriya pirsa Kurd heye.

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Gel ya Komarî (CHP) Oguz Kaan Salici duh di 21ê Hezîrana 2022ê li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê beşdarî merasîma beşdarbûna endamên nû yên partiya xwe bû û rozetên wan endaman radestî wan kirin.

Salici li wir di gotrek pêşkêş kir û tê de derbarê pirsa Kurd de axivî.

Oguz Kaan Salici amaje bi wê yekê da ku di demên borî de derbarê çawaniya çareseriya pirsa Kurd de rapor hatine amade kirin û pêşniyar hatine pêşkêşkirin û got: “Di çarçoveya yekitî û yekrêziya Tirkiye de bi rêyên demokratîk û di parlamentoyê de pêdiviya me bi çareseriya pirsa Kurd heye.”

Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê herwiha  got: “Di Tirkiyeya 2022ê de nîqaşa me ya li ser bawerî mezheb û netewê ne tiştek rast e.”

Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Oguz Kaan Salici wiha axivî “Me derbarê pirsa Kurd de rapor amadekirin û ji bo çareseriya wê pêşniyar pêşkêşkirin. Hevalno pêdiviya me bi çareseriya pirsa Kurd heye. Çawa di çarçoveya yekitî û yekrêziya Tirkiye de. Di parlamentoyê de bi rêyên demokratîk pêdiviya me bi çareseriya pirsa Kurd heye. Di Tirkiyeya 2022ê de nîqaşa me ya li ser bawerî mezheb û netewê ne tiştek rast e. Divê siyaseta Tirkiye di berjwendiya welatiyên wê û siberoja wê de be. Divê li vî welatî ti kesek ji ber bawerî û netewa xwe zilmê nebîne û nabîne jî. Herkes 84 milyon welatî, dê bibin welatiyên yeksan li vî welatî ku em dewlemend û mezin bibin.”

Di van demên dawî de bi taybet bi nêzîkbûna hilbijartinan gotinên derbarê çareseriya Pirsa Kurd de di nav siyasetmedarên Tirkiye de zêde bûne. Ev gotinên Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê di demekê de ne îro hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan got "Em hemû dizanin bi nêzîkbûna hilbijartinan  belavkirina van axaftinan û behskirina wan vala ye. Her kî bi awayek cidî nêzîkî vê pirsê nebe, çareseriyên demokratîk bo wê nebîne yan jî li ser vê mijarê bikeve pêşbirka nijatperestiyê, dê gelek winda bike."

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin