Cezayîrê 62 koçberên Kurd û Sûrî avêtin ser sînorê Nîjerê

Cezayîrê 62 koçberên Kurd û Sûrî avêtin ser sînorê Nîjerê

.

A+A-

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihand, tevî metirsiya mirinê li ser jiyana wan, hikûmeta Cezayirê 62 koçberên Sûrî ku piraniya wan xelkê Kobanî ne, di nav wan de jin û zarok hene, avêtine biyabana welatê Nîjerê.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Sûrî ragihand 25ê Cotmehê hikûmeta Cezayirê 62 koçberên Sûrî ku 15ê heman mehê hatibûn desteserkirin û piraniya wan xelkê Rojavayê Kurdistanê ne, bo biyabana Nîjerê veguhestin, piştî ku telefon û pereyên wan hemû ji wan standin.

Ew navenda belgekirina binpêkariyan herwiha dibêje hêj 55 koçberên din li cem wan li herdû bajarên Wehran û Mistexanimê girtî ne da ku bo Nîjerê bên dersînorkirin.

Koçberekî ku ji aliyê polîsên Cezayirê ve berî niha hatibû girtin behsa rewşa koçberan li Cezayirê dike.

Koçberê Sûrî Mihemed got: “Demijmêr 9ê êvarê bû me 6 hezar Euro dan qaçaxçî û em li hêviya belemê man roja din sibehê kesek hat û navê 28 kesan bang kir û ew birin peravê ji bo ku ber bi Spanyayê ve birêkevin. Em jî di apartmenê de man, piştî nîv demjimêrekê me bihîst ku ew kes hatine desteserkirin, welatiyekî Cezayirê li gel wan hatibû girtin, wî zanyarî li ser me jî dabûn polîs. Piştre polîs hatin û em hemû di wê malê de girtin.”

Kesên ku tên dersînorkirin bo dema 5 rojan bi rêya barhilgiran di rewşeke zehmet de bo sînorê Nîjerê tên veguhestin ku pileya germê li wir nêzîkî 50 pile ye.

Koçberên Sûrî bi rêya vîzeya Lîbyayê derbsî Lîbyayê dibin, piştre ji wir bi qaçaxî derbasî Cezayirê dibin, da ku ji wir bi rêya deryayî xwe bighînin Ewropayê.

Koçberê Sûrî Mihemed herwiha got: “Pereyên me û telefonên me ji me standin, otobûs anîn, em lê siwar kirin û berê me dan Nîjerê. Em 4 rojan li ser rê man heta ku gihiştin Nîjer. Em dora 18 kesên spî bûn û nêzîkî 3 hezar kesên reşpêst li gel me bûn. Dema em daketin wan êrîşî me kirin, hîn leşkerên Cezayirê li wir bûn, me her yekî 150 Euro da efserekî Cezayirê û careke din em anîn li nava axa Cezayirê berdan.”

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan ji despêka vê salê ve hikûmeta Cezayirê nêzîkî 230 koçberên Sûrî bo Nîjerê dersînor kirine.

Despêka vê mehê 12 koçberên ji Kobanî ku dixwestin ji Cezayirê biçin Ewropayê di deryayê de xeniqîn û hîn jî termê wan li Cezayirê mane.

Mesûd Qadir yek ji wan koçberan ji Biyabana Nîjerê bû mêvan û diyar kir ku ji 62 koçberan 50 xelkê Kobanî bûn û got: “Em li bajarê Mostaganem ê Cezayirê hatin girtin û em birin Wehranê û li wê derê pere û telefonên me ji me standin û paşê em bi basan birin biyabanan Nijêrê.”

Koçber Mesûd Qadir herwiha diyar kir ku Balyozxaneya Sûriyê li wan xwedî dernakeve û got ku rewşa wan gelek xirab e û got: “Me  her yekê 8 hezar û 500 euro dane qaçaxçiyên Kurd ku me bigihînin Spanyayê, lê me niha daxwaza pereyên xwe dikin bersiva me nadin.”

Bi gotina Mesûd Qadir ew niha li gundekî Cezayirê yê li sînorê Nijerê ne û 55 hevalên wan li Cezayirê girtî ne û Piraniya kesên li Cezayirê girtî ji Kobanî ne.

Mesûd Qadir herwiha eşkere kir ku metirsî li ser jiyana wan heye û ew dixwazin vegerin, lê niha ti pere bi wan re nemaya lewma nikarin vegerin.

 

Li gorî Rêxistina Koçê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî (IOM) ji 2014an ve derdroa 29 hezar koçberên ne yasayî di Deryaya Spî de xeniqîne.Tenê di du salên borî de nêzîkî 5  hezar koçber xeniqîne.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin