
CENTCOM: Me li Tengava Hurmizê operasyoneke sînordar pêk anî
.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) eşkere kir ku li dijî hêzên mayîndaner ên Îranê yên li Tengava Hurmizê "êrişeke sînordar" hatiye kirin.
CENTCOMê li ser hesabê xwe yê Xê li ser êrişa li ser Girava Larkê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Amerîkayê li dijî hêzên mayîndaner ên Îranê yên li Tengava Hurmizê "êrişeke sînordar" pêk aniye.
Hat gotin ku birêvebiriya Washingtonê ev êriş ji bo "parastina deryavanên sivîl, keştiyên bazirganiyê û herikîna azad a bazirganiya cîhanî" pêk aniye.
Di êrişê de sivîl mirin
Artêşa Amerîkayê şeva borî li nêzîkî Tengava Hurmizê du êriş birin ser Girava Larkê.
Li gorî agahiyên pêşî, 2 kes mirine û 2 kes jî birîndar bûne.
Artêşa Pasdaran a Îranê jî ragihand ku wan ji bo bersiva êrişê, bi mûşekên balîstîk li baregehên asmanî yên Muwefeq Seltî û Qral Husên xistiye ku hêzên Amerîkayê li Urdinê bi kar tînin.
Îranê got ku wan bi dehan dronan êrişî leşker û helîkopterên Amerîkayê yên li Baregeha Asmanî ya Al Mînhadê ya li Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat) kiriye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin