CENTCOM: Hêzên me li Sûriye Iraqê li 85 armancan xistine

CENTCOM: Hêzên me li Sûriye Iraqê li 85 armancan xistine

.

A+A-

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, wan li Iraq û Sûriyeyê li 85 armancên Feyleqa Qudis a ser bi Supaya Pasdarên Îranê ve dane.

CENTCOM di daxuyaniya xwe de got: “Hêzên me li Iraq û Sûriyeyê li dijî Feyleqa Qudis a ser bi Supaya Pasdarên Îranê û komên girêdayî wê êrîşên asmanî pêk anîne û li zêdetirî 85 armancan xistine.”

CENTCOM diyar kir jî, di êrîşan de baregehan, cebilxane, navendên îstixbaratan, komgehên dronan ên ku li dijî hêzên Amerîka û Hevpeymanan tên bikaranîn û binkeyên lojistîk hatin bombekirin.

Di vê derbarê de kenala “FOX News” ji jêderên leşkerî yên Amerîkî belav kir, ev êrîş wek bersivekê li ser kuştina 3 leşkerên Amerîkî li Urdinê bû û êrîşên li dijî grûpên çekdaran destpê kir.

Ji aliyê xwe ve medyaya Îranê ragihand, di encama êrîşan de 10 kes hatine kuştin. Medyaya Sûriyeyê jî ragihand, di nav kuştiyan de 3 Iraqî hene.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR) ragihand, çend çeper li deverên Heyderiye û Şiblî li Dêrzorê ​​û deverên di navbera Bukemal û Meyadîn li rojhilatê Sûriyê hatine bombebarankirin.

Fermandarê CENTCOMê Michael Eric Corella jî li tora “X” belav kir, Supaya Quds a Pasdarên Îranê û milîsên ser bi wê ve metirsiyek rasterast li ser aramiya Iraq û navçeyê û jiyana Amerîkîyan in.

Corella got: “Em ê hemû tedbîran bigirin ji bo parastina gelê xwe û cezakirina hemû kesên ku li ser jiyana welatiyên me dibin metirsî.”

Her di vê navberê de, Koşka Spî got, Amerîka berî ku êrîşên tolhildanê yên roja Îranê pêk bîne, hikûmeta Îraqî agahdar kiriye, lê Bexdayê ew êrîşên asmanî wek “binpêkirina” serwerîya xwe şermezar kir.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin