Çekdarên Taliban 45 kes revandin

Çekdarên Taliban 45 kes revandin

Çekdarên Taliban li eyaleta Cozcan ya Efxanistanê bi dehan kes revandin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Berdevkê Wezareta Navxwe ya Efxanistanê, Nisret Rehîmî ragihandîye, çekdarên Taliban li devera Şîbirgan ya eyaleta Cozcan 45 kesên sivîl revandin.

Rehîmî da zanîn, ew kesên han beşdarî merasima şîna berpirsekî hikûmetê bibûn.

Bi gotina wî berpirsê hikûmeta Efxanistanê, ew kesên ku hatine revandin, hemû kal û pîr in.

Heta niha Taliban tiştek li ser vê yekê negotîye.

Çavkanî: Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin