Çekdarên hikûmeta Şamê êrişî HSDyê kir

Çekdarên hikûmeta Şamê êrişî HSDyê kir

.

A+A-

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku komên çekdar ên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê bi dronên xwekuj êrişî xaleke wan a li gundewarê Reqayê kiriye.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku çekdarên Hikûmeta Demkî xaleke wan topbaran kiriye.

"Bi 2 dronan û çekên giran êriş hat kirin"

Di daxuyaniyê de hûrgiliyên êrişê wiha hatin eşkerekirin:

"Çekdarên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê îro demjimêr 16:00an,  xaleke kontrolê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk a li Heqil El Sewrayê ya bajarê Reqayê, bi 2 dronên xwekuj û çekên giran topbaran kir."

HSDyê destnîşan kir ku di encama topbaranê de zererên madî çêbûne.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin