Çekdaran li Girê Spî 6 ciwan birîndar kirin

Çekdaran li Girê Spî 6 ciwan birîndar kirin

.

A+A-

Çekdaran li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê 6 ciwanên ji eşîra El Neîm birîndar kirin.

Li gorî nûçeya ANHAyê, bûyerê li bajarokê Silûkê yê Girê Spî rû daye.

Çekdarên koma "Siqûr El Sunna" ya ku Tirkiye piştgiriyê didiyê êrişî eşîra El Neîm a Ereb kiriye.

Di vê êrişê de 6 ciwanên ji eşîra El Neîm birîndar bûne.

Ji ciwanên ku birîndar bûne Qusey El Delo, Mahir Ebûd, Udey El Ebo, Xalid Ebûd û Xelîl El Eswed hatin naskirin.

Heta niha sedema êrişa çekdaran diyar nebûye.

Bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê 9ê Çiriya Pêşîna 2019an ji aliyê Tirkiye û kom û komikên wê ve hatine dagirkirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin