Çekdaran li Efrînê 129 darên welatiyan birîn

Çekdaran li Efrînê 129 darên welatiyan birîn

.

A+A-

 

Rêxistina Mafê Mirovan ya Efrîn – Sûriyê ragihand, çekdarên girêdayî Tirkiyê li Efrînê 129 darên zeytûn û fêkiyan birîne.

Rêxistinê da zanîn, çekdarên girêdayî Tirkiyê berdewam li dijî xwezaya Efrînê tawanan pêk tînin. Di vê çarçoveyê de, li gundê Xilnêrê 12 darên zeytûnan hatine birîn.

Her wiha li gundê Kanî Kewrikê 16 darên zeytûnan û 5 darên Gozan, li gundê Cûmkê 60 darên Zeytûnan, li gundê Qestel Miqdad 29 darên Zeytûan û 7 darên Bahîvan hatine qut kirin.

Li gorî agahiyên Rêxistina Mafê Mirovan ya Efrîn – Sûriyê piraniya van daran ji kokê ve hatine qutkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin