Çekdaran 'Dara Mirazan' li Mabata ya Efrînê birîn

Çekdaran 'Dara Mirazan' li Mabata ya Efrînê birîn

.

A+A-

Çekdarên opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê dara mirazan a li gundê Gemrûkê yê Efrînê birîn

Li Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, çekdarên opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê dara mirazan a li gundê Gemrûkê yê ser bi nehyeya Mabata ve birîn.

Çavkaniyekê ji gundê Gemrûkê ku ji ber sedemên ewlekariyê nexwest navê wî bê aşkerekirin, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, “çekdarên grûpa Siqûr el-Şemal dareke ku temenê wê bêhtirî 100 salî ye, li gundê Gemrûkê birîne.”

Çavkaniya taybet bi Rûdawê da zanîn ku ew dar bi navê “dara Şêx Elî” dihat naskirin û xelkê navçeyê ew wek “dara mirazan” binav dikirin ji ber gelekî xelkê xwe lê digirtin û dua dikirin.

Herwiha xelkê rêwî li jêr siya wê rûdiniştin û bêhna xwe berdidan.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji Adara 2018an ve piştî êrîşa Tirkiyê û grûpên çekdar hatiye dagîrkirin û ji wê demê ve binpêkirinên çekdaran li herêmê di derheqê xelkên resen ên herêmê ku Kurd in û herwiha xweza û jîngeha wê de berdewam in.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin