Çekdaran 3 welatiyên Kurd ji bajarê Efrînê revandin

Çekdaran 3 welatiyên Kurd ji bajarê Efrînê revandin

.

A+A-

Grûpên çekdaran ên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 3 welatiyên Kurd revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, çekdarên grûpa “Polîsa Leşkerî” roja 10ê Gulanê 3 welatî ji bajarê Efrînê revandin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Da zanîn jî, çekdaran ew her sê kes, Mihemed Hesen ji taxa Mehmûdiyê, Mesûd Xelîl ji taxa Kevin a Efrînê û Sîdo Husên Dawûd jî ji taxa nava bajarê Efrînê revandine.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan, ev kiryarên revandin di çarçoveya şerê çekdanli dijî niştecihên resen ên Kurd tên, bi armanca standina fidyeyê û xistina fişara li ser wan ji bo gund û milkên xwe koçber bibin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin