
Cegerxwîn, helbest û muzîka kurdî
.
Mihemed Şêxo yek ji navên sereke ye ku helbestên Cegerxwînî kiriye stran û straye. Koma Azadî, Ciwan Haco, Şivan Perwer, Yûnûs Dişkaya û gelekên din…
Têkiliyeke xurt di navbera helbestên Cegerxwînî û muzîkê de heye. Helbestên wî bi harmoniyekê hatine nivîsandin. Weznek û muzîkik tê de heye. Mihemed Şêxo di serî de, gelek muzîkjenan ev wezn û armoniya heyî, bi şêweyên cida cida kirine stran.
37 sal bûye ku Cegerxwîn koça dawî kiriye. Lê him bi helbestên xwe, him bi xebatên xwe yên civakî û siyasî û him jî bi saya muzîkjenan navê wî her belav bûye û belav dibe.
Mihemed Şêxo, Ciwan Haco, Şivan Perwer, Aram Tîgran, Koma Azadî, Xelîl Xemgîn, Nîzamettîn Ariç, Mehmet Atli, Berfîn Aktay, Gulistan, Peyman Arjen, Rûken Yilmaz, Bûrhan Berken û bi dehan navên din...
Ka em îro bi hev re guh bidin çend stranên ku ji ber helbestên Cegerxwînî hatine çêkirin û vî helbestvanê gewre bibîr bînin:
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin